Kurd û kandîdê serokwezîrîya Iraqê îro dest bi gotûbêjê dikin

Kurd û kandîdê serokwezîrîya Iraqê îro dest bi gotûbêjê dikin

Guftûgo û danûstendinên raspardîyê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Mistefa Kazimî li gel alîyên sîyasî berdewam in û biryar e îro şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Mistefa Kazimî re bicive.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berpirsê Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji Rûdaw re ragihand, di hevdîtina şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mistefa Kazimî de, dê behsa rêkeftina di derbarê petrolê de bihê kirin, herwiha ew dê tekez bikin, ku Hewlêr amade ye hemû pirsgirêkên li gel Bexadyê di çarçoveya Destûrê Iraqê de çareser bike.

Faris Îsa dîyar kir, şanda Herêma Kurdistanê herwiha dê ji Kazimê re bêje, ku  amade ye di wê rewşa niha ya dijwar a Iraqê de bibe alîkar.

Berpirsê Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê amaje bi wê yekê jî kir, ku Mistefa Kazimî ji bo pêkanîna hikûmetê di peywendîyên berdewam de ye, û çend caran peywendî bi Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Fuad Husên re kirîye û li gel civîyaye.

Faris Îsa destnîşan kir, Herêma Kurdistanê dixwaze ku hersê wezîrên Kurd ên li Bexdayê li cihên xwe bimînin û tekez kir, di kabîneya nû ya Iraqê de divê pêgeh û pişka Herêma Kurdistanê parastî bimîne.

Mistefa Kazimî roja 9ê Nîsanê ji alîyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve bo pêkanîna hikûmeta nû ya welat hat erkdarkirin. Piranîya alîyên Kurd û bi taybet jî alîyên serekeî yên wek PDK û YNK piştgirîya xwe bo kandîdkirina Kazimîbo posta serokwezîrtîya Iraqê dîyar kirine.

Erkdarkirina Mistefa Kazimî piştî wê yekê hat, ku Ednan Zurfî ku roja 17ê Adarê ji alîyê Serokomar Berhem Salih ve hatibû erkdarkirin, di 9ê Nîsanê de vekişîna xwe ji pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta nû ya Iraqê ragihand.

Li gor madeya 76 a destûra Iraqê, Mistefa Kazimî divê di nava 30 rojan de ji roja erkdarkirinê ve kabîneya xwe û bernameya hikûemta xwe amade bike û pêşkêşî parlamentoya Iraqê bike, daku deng li ser bihê dan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin