Kurdan Kerkûk stand, Bafil Talebanî axivî!

Kurdan Kerkûk stand, Bafil Talebanî axivî!

.

A+A-

Bafil Talebanî piştî ku Parêzgeriya Kerkûkê ket destê Kurdan pirsên rojnamegeran bersivandin.

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê doh bi şev li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn.

Di vê civînê de Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî piştî vê yekê pirsên rojnamegeran bersivandin.

“Kerkûkê û xelkê Kerkûkê pîroz bikin”

Bafil Talebanî diyar kir ku divê gelê Kerkûkê were pîrozkirin û li pey çû:

“Yekîtiyê (YNK) pîroz mekin, Kerkûkê û xelkê Kerkûkê pîroz bikin. Yekîtî dê li Kerkûkê siyaseta Mam Celal bişopîne.”

“Divê me Kerkûkê bikin mînaka bihevrejiyanê”

Talebanî diyar kir ku ew dê di xizmetan de cudahiyê nexin navbera gelan û got:

“Beriya ku em ji Kurdan re bixebitin em dê ji bo xwişk û birayên xwe yên din bixebitin.

Pêwîst e ku em Kerkûkê aşt bikin, pirsgirêka Kerkûkê ew e ku tim wekî pirsgirêkê behsa wê tê kirin.

Divê me Kerkûkê bikin mînaka bihevrejiyanê, mînaka dewlemediyê û mînaka aramiyê.

Piştî Xwedê heta salek du salên din ji dêlva ku bibêjin ‘pirsgirêka Kerkûkê’ dê dibêjin ‘Em dixwazin ev der jî wekî Kerkûkê be.’

Ez hemû hevalên me yên li Kerkûkê pîroz dikim.

Ez destxweşiyê li hemû çîn û pêkhateyên li Kerkûkê dikim û ez sozê didim wan ku dê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê siyaseta Mam Celal bi cih bîne.

Em dê bi çavekî li hemû aliyan binêrin û em dê aliyên din li pêşiya xwe deynin.”

Bafil Talebanî pirsa nûçegihanê Rûdawê ya bi rengê “Peyama te ji bo wan aliyên ku beşdarî civînê nebûne çi ye?” wiha bersivand:

“Min axaftina xwe kir, divê ez peyama xwe rasterast ji wan re bibêjim. Ez nikarim ji te re bibêjim.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin