Kurdê penaxwaz sêşemê li Swêdê bû, çarşemê kete destê MITê de

Kurdê penaxwaz sêşemê li Swêdê bû, çarşemê kete destê MITê de

Kurdekî 23 salî yê ji Cizîra Botan a bakurê Kurdistanê ku li Swêdê daxwaza penberîyê kiribû û Swêdê red dabûyê de ketîye destê Tirkî û medya Tirkî wî weke endamekî bilind ê PKKê bi nav dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Kurdekî 23 salî yê ji Cizîra Botan a bakurê Kurdistanê ku li Swêdê daxwaza penberîyê kiribû û Swêdê red dabûyê de ketîye destê Tirkî û medya Tirkî wî weke endamekî bilind ê PKKê bi nav dike.

Zehra Özdemir ku xwîşka kesê 23 salî ye dibêje ew ji medya Tirkî pê hesîyan ku birê wê ne li Swêdê ye.

Di salên 2015-16ê de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê şerekî gur di navbera ciwanên bajêr ên nêzîkî PKKê û artêşa Tirkî de derketibû. Bi sedan kes hatibûne kuştin û gelek bajarên kurd hatibûne rûxandin. Bajarê Cizîrê jî yek ji van bû û medyaya Tirkî îdia dike ku ev kesê niha di destê wan de yek ji berpirsên ciwanên Cizîrê bûye.

Di rojnameyên Tirkî de wêneyekî kesê 23 salî jî hatîye belav kirin. Di wêne de herdu destên wî ji pêş ve girêdayî di nîvê du alên mezin ên Tirkî de li ser pîyan sekinîye.

Û li gor medyayên sereke yên nêzîkî rejima Tirkî ev kesê 23 salî bi hevkarîyeke koordînekirî ya navbera meqamên Swêdê û rêxistina îstixbarata Tirkî MITê hatîye girtin.

Ev demek bû kesê 23 salî li Swêdê di bin çavan de dihate girtin. Rojê carekê heqê wî hebû ew telefonê bi malbata xwe re biaxive û xwîşka wî dibêje cara dawî roja sêşemê piştî nîvro ew gerîya.

Yanî li gor van agahîyan an sêşemê êvarî, yan jî duh êvarê Swêd kesê 23 salî bi şêweyekî radestî Tirkî kirîye.

Lê divê dema ku vîrusa korona çûnûhatina balafiran sekinandîye de ew çawa hatîye birin, gelo tirkan hatine ew ji vir birine yan swêdîyan ew bi rine Tirkî dane wan em nizanin. Di medyaya Tirkî de herwiha tê îdiakirin ku kesê 23 salî li hemberî artêşa Tirkîyê di nav tevgereke çekdarî de bûye û 15 sal cezayê zindanê lê heye.

Zehra dibêje birê wê digot, bila min li vir bikujin lê nedine Tirkîyê ji ber ku hemû hevalên wî hatibûne kuştin:

Belê, xwîşka kesê 23 salî dibêje wan ji niha de serî li dadgehên navneteweyî yên weke Yekîtîya Ewrûpa û Neteweyên Yekgirtî dane.

Serokê Partîya Çep, Vänsterpartiet Jonas Sjöstedt jî îro di twittera xwe de li ser nivîsên rojnameyên Tirkî dibêje: ”Ma gelo MÎTa Tirkî ji Swêdê penaxwazek revandîye?”. Divê ev bûyera ecêb were zelal kirin.

Gunnar Heimklo avûkatîya kesê 23 salî kirîye. Bi wî ecêb hatîye ku di vê dema korona de Swêd wiha zû miwekilê wî yê berê daye Tirkî. Û li gor wî ev mesele dikare serê Swêdê biêşîne.

– Belê, bi min îmkan heye ku Swêd ji ber vê bûyerê were mehkûm kirin. Bingehê îtiraza me ya sereke ku divê ew neyê dersînorkirin jî ev nuqte bû.

Ev gotinên Zehra Özdemir bûn. Ew xwîşka kesê 23 salî ye ku berya du rojan li Swêdê bû lê niha li Tirkî hatîye girtin û daxwaza 15 sal cezayê zindanê lê tê kirin.

Weke hûn dibihîzin gelek pirsên ne zelal di vê bûyerê de hene?

Gelo çawa dibe ku Swêd redê dide kesekî 15 sal ceza lê hatî birîn?

Di vê dema korona de kesê 23 salî çawa birine Tirkî?

Gelo karmendên MÎTê hatine Swêdê û ew birin an polîsê Swêdê ew birine Tirkî û dane MÎTê?

Ji bo bersiva van pirsan ne Polîsê Swêdê, ne Daîreya Koçê ya Swêdê û ne jî Wezareta Derve ya Swêdê heta niha nexwestine daxuyanîyekê bidin. Di bersivên ku ji me re şîyandine de dibêjin ”em li ser takekesan naaxivin”. Lê di rojên pêş de jî em ê hewl bidin li bersiva van pirsan bigerin.

Beşîr Kavak-Sveriges Radio

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin