Kurdek namzedê Dumaya Moskowê ye: Ez dê xizmetê bikim

Kurdek namzedê Dumaya Moskowê ye: Ez dê xizmetê bikim

.

A+A-

Di nava sê rojan de li 49 herêmên Rûsyayê hilbijartinên parêzgar û encûmenên bajar û nûnerên Dumaya Rûsyayê hatin kirin.

Hilbijartinan roja înê dest pê kir û yekşemê bi dawî bûn. Di hilbijartinên vê carê de Kurdekî xwe ji bo Domayê Moskowayê kiribû namzed.

Namzedan di bangeşeyên xwe de behsa malnişînî û pirsgirêka koça neyasayî kir. Cara yekem e ku Kurdek ji bo Dumaya Moskowê bûye namzed.

“Ez dê bi ser bikevim”

Namzedê Dumaya Moskowê Yuriy Nebiyev ji Rûdawê re wiha got:

“Bi siruştî, ez hêvî dikim ku ez dê bi ser bikevim. Min bi tîma xwe ve ji bo vê yekê her tişt kiriye.

Me xebateke pir mezin kiriye. Ji bilî vê jî ez yasanans û parêzer im.

Wekî hûn jî dizanin, parlamento organeke yasadanînê ye, ji ber vê yekê li gorî min, divê pispor, ango yasanas, di vê saziyê de bixebitin.

Ji ber vê yekê ez diçim Dumaya Moskowayê ku rasterast li gorî pisporiya xwe xizmetê bidim.”

“Min ji bo duristiyê deng da”

Sofya Petrovnaya malnişîn e û şêniya Moskowê ye.

Sofyayê jî tevlî hilbijartinê bûye û dengê xwe daye behsa girîngiya duristiyê dike û wiha dibêje:

“Min dengê xwe da ku dirustî hebe, rêkûpêkî pêk were.

Min dengê xwe da ku desthilat li hemberî gendeliyê têbikoşe. Hingê em dê rêzê li hemû parlamenteran bigirin.

Heger temenê min terî hilbijartineke din bike, ez dê dîsa piştgiriya wan bikim. ”

Vladimir ivanovic jî deng daye û behsa rola girîng a Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dike.

Vladimir Ivanovic eşkere kir ku wî pişgirî daye tîma Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanîn û wiha berdewam kir:

“Min dengê xwe bi awayekî online bi kar anî. Min dengê xwe da namzedê ji tîma şaredar Sobyanin. Ji ber ku ew piştgiriya serokê me dikin.

Di serokatiya Putin de Rûsya gelekî bi pêş ketiye. Hêviya min ew e ku piştî van hilbijartinan jî jiyana şêniyên Moskowê û welatiyên Rûsyayê hîn baştir bibe.

Li taxa me gelek kar hatine kirin ji bo rehetiya şêniyên Moskowê. Hêvî dikim ku ev yek dê wisa jî berdewam bike.”

“Hêvî dikim dewlet zêdetir alîkariya malnişînan bike”

Nataliya Viktorovna jî malnîşînek e. Nataliyayê behsa daxwazên malnişînan ji dewletê kir û wiha got:

“Hêviya min ew e ku dewlet hîn zêdetir alîkariyê bide malnişînan û yên ku kar nakin, malbatên mezin, kesên kêmderamet. Hêviya min ew e ku dadwerî hebe.”

Li Rusyayê nêzî 55 milyon dengder hene. Dengdan piranî bi awayekî online tê kirin.

Li navendên dengdanê û termînalan dengdan bi awayekî qaxizî û muhur tê kirin.

Partiyên siyasî yên Rûsyayê tevlî van hilbijartinan bûne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin