Kurdekî ji Kirmaşanê li girtîgeha Qizilhisar hat darvekirin

Kurdekî ji Kirmaşanê li girtîgeha Qizilhisar hat darvekirin

.

A+A-

Hate ragihandin ku welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Hêrsîn a parêzgeha Kirmaşanê ku sizayê îdamê li ser hatibû sepandin li girtîgeha Qizilhisarê hate darvekirin.

Hat zanîn girtiyê bi navê Secad Bendigî yê xelkê bajarê Hêrsînê ser bi bajarê Kirmaşanê ku beriya niha ji aliyê dezgeha rêjîma Îranê ve bi tohmetên madeyên hişber, sizayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hate îdam kirin.

Bendigî rojek berê ji bo odeya takekesî ya girtîgehê hatibû veguhastin. Îdama Secad Bendigî hîn ji aliyê dezgehên fermî ve nehatiye belavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin