Kurdên Bakur: Rojhilat ne bi tenê ye
Kurdên Bakurê Kurdistan ji ser tora medyaya civakî ji ser tweterê bi hastaga #RojhilatKurdsAreNotAlone – #KurdênRojhilatnebitenê ne piştevanîya xwe bo raperîna xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman.
Navenda Nûçeyan- Raperîna xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 5 rojane berdewam dike. Ligel hemû hewleke serkutkirinê xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê li meydanên bajarên xwe ne û dijî hêzên rejima Komara Îslamî ya Îranê diwestin û êrîşî xwepêşanderan dikin.
Îşev gelek rewşenbîr û nivîskar, rojnameger û hunermendên kurd li Bakurê Kurdistanê ji ser twetterê bi hastagên #RojhilatKurdsAreNotAlone – #KurdênRojhilatNeBitenê piştevanîya xwe bo xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman.Herwiha hastaga #RojhilatKurdsAreNotAlone – #KurdênRojhilatNeBitenê di rêza yekem ya rojeva Tirkîyê da bi cî bû.
Li gor zanyarîyên BasNewsê heta di encama êrîşên hêzên emnî yên Îranê bo ser xwepêşanderan li bajarên Merîwan, Kirmaşan, Sine, Ciwanro. Bokan, Seqîzê nêzîkî 40 xwepêşander hatine kuştin û bi sedan xwepêşander jî birîndar bûne.
Herwiha ji roja destpêka xwepêşanderan rejima Tehranê înternet li seranserî Îranê qut kirîye.
Çavkanî: Basnews
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin