Kurdên diyasporayê bo qurbaniyên erdhejê kampîna alîkariyê dane destpêkirin
.
Kurdên dîasporayê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya komkirina alîkariyê dan destpêkirin, yek ji cihên ku alîkarî hatiye komkirin bajarê Wolfsburgê ya Almanyayê ye, ku 80 ton kelûpel û 100 hezar euro hatiye komkirin.
Şaredarê bajarê Wolfsburg Dennis Weilmann ku bi xwe ketiye nava alîkariyan, ji peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno re dibêje, wan ji roja destpêka erdhejê ve dest bi karê komkirina alîkariyan kirin, wê alîkarî berdewam bin.
Dennis Weilmanin got “Ji ber vê rewşê, me yekser hemû komên beşdar bo şaredariyê vexwendin û bi wan re danûstandin kir ku em çawa dikarin alîkariyê bikin, ji ber ku me yekser xwest pereyan kom bikin û me piştgirî da. Gelek giring e ku ev çende bicih hat û di demeke wiha kurt de dû barên her yek 40 ton hatine komkirin û îro ji bo herêmên erdhejê tên şandin.”
Kurdên ku li bajêr dijîn, bi taybetî Kurdên Rojavayê Kurdistanê beşeke sereke ya kampanyayê bûn, lê ne tenê Kurd, xelkê Tirkiyê û neteweyên din jî beşdarî kampanyayê bûn.
Raspartiya Integrasyonê li Şaredariya Wolfisburgê Irina Reshke dibêje “Ji bo min karek taybet bû ku beşdaryê di vê kampanyayê de bkim. Ez şanaziyê bi hemû wan kesan dikim yên ji paşxaneyên cuda yên kultûrî û olî ne û bihevgehşitîne û alîkar bûn.”
Bangîn û hevalên xwe bêyî alîkariya tu rêxistinekê xwarin, vexwarin û pêdiviyên paqijiyê kom kirine û niha 11 kamyon ji bo şandina wan amade ne. Ew hêvî dikin Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemahengiyê ligel wan bike ji bo gihandina alîkariyan bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê.
Ne tenê li Almanyayê, li hemû welatên Ewropayê welatiyên kurd ên li dîasporayê û saziyên alîkarî û xêrxwaziyê bi awayên cuda alîkariya aborî û kelûpelan ji mexdûrên erdhejê re dişînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin