Kurdên Şamê: Selahedîn, Mewlana û hinek mîratên din
.
Yasin Taha
Piştî "Şoreşa Sûriyeyê" (2011), nûçeyên li ser Kurdan bi awayekî zêdetir ji berê li wî welatî bûn mijareke girîng û piştî ketina rejîma Esed (dawiya 2024), her tim navê Kurdan wekî yekî ji neteweyên bingehîn ên Sûriyeyê tê gotin.
Lê di nav mozayîkeke mezin de ku ji nêzîkî 16 milet û gel û komên etnîkî û çandî û olî pêk tê, di nav van de Sune û Ereb piranî ne û piştî wan Kurd, Tirkmen, Çerkez, Durzî, Şîe, Elewî, komên Xirîstiyan û Îsmaîlî û Kurdên Êzidî û Arnawudî û yên din tên û bi giştî ev yek piştrast dikin ku Sûriyeya dîrokî "welatê koçberan" bûye.
Derbarê Kurd û rehên wan li welatê Şamê de, lêkolînên şûnwarî vedigerînin ser serdemeke kevn û dîrokî ya koç û veguhastina gelên Hînd û Ewropî ji hewza Deryaya Navîn heta nîveka Asyayê. Di vê pehnahiyê de hin ji wan gelan ku tê bawerkirin beşek ji bav û kalên Kurdan bin, bermayiyên şûnwarî hene, ji wan jî Horî û Mîtaniyan.
Di gel vê dîroka dûr jî dibe ku çirbûn û koça berfireh a Kurdan ya ber bi Şamê ve vedigere heta bi sedsalên navîn ên Îslamî û dema şerê Xaçperestan. Her di vê qonaxê de dîroknasê ansîklopedîk ê navdar (Mes'ûdî m.957z) di Murûc El-Zehebê de behsa wê yekê dike ku Dinbiliyên Kurd li welatê Şamê cih girtiye. Ev hoza Kurdî ku şêwezarê wan Goranî ye û bingeha wan Azerbaycanî ye, piştre dibin mîr û fermananrewa li herêmê ji wan jî (Mîr Mihemed Dinbilî m. 997 z) ku Mihemed Emîn Zekî behsa wî kiriye (Xulase, beşa 2yan).
Piştî vê jî û di sedsala yazdehan a zayînî de, geştname û çavkaniyên erdnîgarî "welatê Şamê" wekî herêma jiyan û belavbûna Kurdan hesibandin (El-Mesalîk Wel-Memalik a Bekrî wekî mînak).
Di serdema Îslamê de beşek ji Bakurê Şamê bû beşek ji qelemrewiya (dewleta Dostekî) ya Kurdî ku zêdetirî sedsalekê li herêmê hukim kir (982-1086). Di heman demê de, belgeyên dîrokî nîşan didin ku koçberiya herî zêde ya Kurdan ber bi Şamê di serdema Dewleta Eyûbiyan de bû (1174-1250z).
Sînorên vê malbata Kurd ji Misirê heta Şam, Cizîr û Hewlêrê dirêj bûbûn û bûbûn sedem ku gelek malbat û kesayetiyên din ên Kurdistana Mezin jî ber bi wê derê ve biçin. Bi rêya wan, hejmareke Kurdan berê xwe da Şam, Heleb û bajarên din ên Şamê û ji wir jî Misirê û ew kirin welatê xwe.
Kurdên Şamê di serdema Eyûbiyan de lehengên şerê li dijî Xaçparêzan bûn û termê hinek fermandarên wan li Şamê hatine veşartin. Li derdora Çiyayê Qasiyonê yê Şamê taxeke wan a taybet hebû. Li deverên din ên Şamê jî keleh û baregehên wan ên bi navûdeng hebûn ku ya herî navdar Keleha Kurdan (Hisnul Ekrad) a li parêzgeha Himsê ye û bi Çiyayê Libnanê ve girêdayî ye.
Ev keleh niha di lîsteya şûnwarên UNESCOyê de ye û di nîvê yekem ê sedsala 11an de spartine Kurdan da ku ji wir ewlehiya herêmê biparêzin.
Mîrata dîrokî ya Kurdan li Şamê ne tenê leşkerî ye û ne tenê bi şerê Xaçparêzan re girêdayî ye, aliyê şaristanî û civakî jî heye. Wekî mînak, yek ji fermanrewayên Dewleta Hemdanî li herêmê (Îbn Hemdan) bi xatûneke Kurd bi navê Fatima Keça Ehmed El-Hezarmerdî re zewiciye.
Her wiha fermanrewayê Dewleta Dostekî ya Kurdî Seîd Kurê Merwan jî bi xatûneke ji malbata mîrên Hemdanî bi navê Situl Nas re zewiciye (El-Bexdadî, Et-Tezkîre El-Hemdûniye; Îbnul Esîr, El-Kamîl, beşa 7an). Ev têkiliyên civakî li Helebê yek ji sedamên pêkvejiyana Kurd û Ereban bûn.
Yek ji nîşanên girêdana Kurdan bi Şamê ve di pirtûka "Wefeyat el-Eyan" a Îbn Xilkan de hatiye tomarkirin: Piştî koça dawî ya fermanrewayê Hewlêrê Muzeferedîn Gokburî, hevjîna wî ya Eyûbî Rebîa Xatûn (koça dawî: 1245z) ku xwîşka Sultan Selahedîn bû, bi temamî çûye Şamê û li wir li nav Kurdên li berpala Çiyayê Qasyûnê dibistaneke Henbelî kiriye weqf. Ev projeyê jî beşeke biçûk e ji wan xizmetên perwerdeyî yên ku malbata Eyûbiya li Şamê pêşkêş kirine û şopa hinekan ji wan heta niha jî maye.
Her di vê çarçoveyê de, mîrên Eyûbiyan nêzîkî 15 dibistanên curbicur ava kirine ku zêdetir ji bo feqî û melayên Şafiî bûn û du ji wan jî taybet kirine ji bo peyrawên mezhebê Henefî.
Li kêleka Eyûbiyan jî Kurdên din hene ku beşdarî xizmeta perwerdeya Şamê bûnê. Wekî mînak, mîrê Kurd Naseredîn el-Qeymerî (mirina wî: 1307z) dibistaneke taybet li ser navê dadwerê navdar Şemsedîn el-Şehrezûrî weqif kiriye û ew fermandarê bibandor ê artêşa bajêr jî bûye (el-Dîmeşqî, el-Daris, beşa 1ê).
Piştî sedsalên navîn ên Îslamî ta ku nêzîkî dîroka nû û modern bibe, nîşan û çalakî û şopa Kurdan li Şamê zêdetir eşkere ne. Çavkaniyên dîrokî behsa wê dikin ku piştî êrişa Moxolan, Kurdên Şarezorê bi hejmareke zêdetir berê xwe daye Şamê.
Di serdema Memalîkan de jî weke demên berê çalakî û livlivîna zêde ya Kurdan di çavkaniyan de hene û di serdema Osmanî û di dîroka nû de jî bi heman rengî di tomar û belge û arşîvan de navên malbat û eşîr û gundên wan berbiçav in.
Li kêleka goristanên yekî ji pêşengên zanayên hedîsê (Îbn Sela El-Şarezorî) û Siltan Selehedînê Eyûbî yê Misir û Şamê, sembola Kurdî ya herî diyar di dîroka nû ya Şamê de, goristana Mewlana Xalidê Şarezorî ye li Qasiyona Şamê.
Ev ziyaretgeh bûbû karwangeha mirîdên sofiyên Ereb û Tirkan. Li gorî destnivîsên li ber destên xelîfeyên wî, Mewlana Xalid di nexweşiya mirinê de ji şopînerên xwe re gotiye ku ew ji bo mirina li wê derê hatiye Şamê "ji ber ku xakeke pîroz e."
Her li Şam û Heleb û bajarên din ên Şamê, paşgira "El-Kurdî" di nav û nîşanên gelek mizgeft, tax û goristanan di tomar û belgeyan de hene. Ev jî şîroveya cografyazan û dîroknasê Şamî (Îbn Fedlullah El-Omerî-1349z) piştrast dike ku dibêje: Kurd regezeke taybet in di nav cureyê giştî de, bi wê wateyê ku wan di nav fezaya Îslamî û Erebî de her dem taybetmendiya xwe parastiye.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin