”Kurdên serayê” !
22 kurdên dost, hevkar û zilamên AKPê û Erdogan bi kurdan û bi xwendevanan dide naskirin.
Zinarê Xamo
Kovara Noktayê bi îmzeya Maaz Îbrahîmoglu, li ser hin kurdên îro heval û zilamên Erdogan û AKPê ne nivîseke bi navê ”Sarayin Kurtlerî” yanî ”kurdên qesrê, kurdên sarayê” weşandiye.
Maaz Îbrahîmoglu, di navîsa xwe da 22 kurdên dost, hevkar û zilamên AKPê û Erdogan bi kurdan û bi xwendevanan dide naskirin.
Li ser dîroka wan, têkiliyên wan yên bi AKPê û bi Erdogan ra yek bi yek bi kurtî radiweste û hin taybetmendiyên wan yên şexsî û yên muşterek radixe ber çavan.
Maaz Îbrahîmoglu, di heqê ”kurdên sarayê” da tespîteke balkêş kiriye û gotiye:
”Mahareta Kurdên Sarayê” ya herî berbiçav meşrûkirina zulm û zora li ser kurda ye, di vî warî da xwedî hunereke mezin in. Kanin ji tirkan bêtir bibin tirk û ji kurdan bêtir bibin kurd. Nakevin girtîgehan û di dadgehan da perîşan nabin…”
Bi dîtina min "Kurdên Qesrê/Sarayê" navekî şaş e, ew ne ”kurdên sarayê” ne, ew kurdên dewletê ne, heval û mutefikên dewleta tirk in. Ev ferqeke pir muhîm e.
Îro AKP û Erdogan li ser hukim e lema merivên AKPê û Erdogan in, lê sibe ewê bibin ”kurdên Erdoganekî” din.
Erdogan îro heye sibe tuneye, sibe Erdoganekî din ewê li qesrê/sarayê rûne, îcar ewê bibin zilamên wî, îcar ewê pesnê wî û projeyên wî bidin.
Û ji xwe heta nuha tim jî wiha bûye…
Çimkî ew ne merivên şexsan, merivên dewleta tirk in, mufrezeyên dewleta tirk yên li Kurdistanê ne.
Dewleta tirk ne bi saya leşker û polîsên xwe tenê, her wisa bi saya hevkarî hevalbendiya wan e jî. Ne hevalbendiya wan be li Kurdistanê bingeha dewleta tirk zeîf e, nikane zêde bimîne.
Rast e 22 kesên navên wan hatine dayin gava hewce be ”ji tirkan tirktir in,” lê ji kurdan ne kurdtir in û tu carî jî nabin kurdên ji dil. Bi dev kurd in, bi dil tirk in.
Ji xwe kesên navên wan di nivîsê da derabs dibin hemû nabêjin em kurd in jî, hinekên wan faşîst in û ew jî û bavê wan jî nabêjin em kurd in, dibêjin em tirk lawê tirkan in û kurdayetiya xwe bi israr înkar dikin...
Mesela Erdogan carê got Bozdag kurd e, gundiyên wî gotin kurd e, lê ew jî û bavê wî jî merivên hewqasî pîs in, herduyan jî kurdayetiya xwe înkar dikin, dibêjin em ne kurd in.
Serokê MITê û yekî Kekeç bi eslê xwe kurd bin çi ye ne kurd bin çi ye? Ew êdî di refên dijmin da ne û tu ferqeke wan ji Erdogan û faşîstekî tirk tuneye.
Û yên kurdayetiya xwe qebûl dikin jî li gorî destûra dewletê qebûl dikin, nigên xwe tim li gorî destûra dewletê dirêj dikin.
Mesela ew bi xwe tu carî ji bo kurdan tiştekî ji dewletê naxwazin, wek mirovên siyasî û întellektuel tu carî bi progremekê dernakevin hemberî dewletê.
Hal û karê wan rexnekirina PKKê, HDPê û kurdên din in. Tu dibêjî qey ew ne kurd in, lema jî ji dewletê tu daxwazeke wan tuneye.
Ji dewletê ji bo kurdan tiştekî naxwazin, ji ber ku wek siyasetmedar û intellektuelên filistîniyan ne merivên gelê xwe ne, yên dewleta tirk in, zilamên dijmin in û li gorî daxwaz û destûra dewletê hereket dikin.
Kurdayetiya wan xapandin e, xizmet û alîkariya ji dewletê ra ye. Bi hevkariya xwe ya bi dewletê ra, bi propagendeya AKPê û Erdogan dewletê bi kurdan şîrîn dikin.
Lema jî kurdayetiya wan ya ne ji dil, ya durû ji karê bêtir zirarê dide kurdan.
Heger bi rastî kurd bin ji PKKê û HDPê ra çi dibêjin bira bibêjin, bira her rexneyê li wan bigrin, bira li dij bin.
Lê li alî din dibê ew bi xwe ji bo gelê xwe tiştekî ji dewletê bixwazin, ew bi xwe xwedî daxwazên netewî bin.
”Kurdên sarayê” bi xwe ji dewletê tiştekî naxwazin, tu program û daxwazeke wan ya netewî tuneye, hal û karê wan tenê rexnekirina PKKê û HDPê ye. PKKê wiha kir û HDPê wiha kir.
Baş e hûn çi dikin, hûn şi dixwazin?
Baş e hûn çima li dijî dewleta welatê we îşxal kiriye dernakevin, hûn çima vê dewleta îşxalkar rexne nakin?
Ma hevkariya we ya bi tirkan ra , endametiya we ya AKPê, wezîrî û mebûsiya we di nava partiyên tirk da ma ne kurfir e?
Çima hûn wek siyasetmedar û ronakbîrên filistîniyan pêşengiya gelê xwe nakin?
Hûn partiyên tirk, hukûmet û dewleta tirk îdare dikin, çima hûn ji bo gelê xwe tiştekî nakin û nabin xwedî alternatîf?
Ma çiyê we ji HDPê kêmtir e?
Hûn jî partiyekê, tevgerekê ava bikin û bibin xwedî daxwazên netewî.
Welhasilî kelam çîrok dirêj e, derdî giran e…
Tiştek eşkere ye heta ku kurd ji bindestiya tirkan rizgar nebin û nebin xwedî dewlet, hin kurd ewê tim bibin zilamên kesên xwedîdewlet.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin