
Kurdî û asîmîlasyon: 'Heta 30 salên din dê tenê kesên bi temen bi Kurdî biaxivin'
.
Li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di nav diranên çerxa asîmîlasyonê de dinale.
li Bakurê Kurdistanê di nav nifşên nû de bikaranîna Kurdî her ku diçe kêmtir dibe û zengilê metirsiyê lê dide.
Zimanzan û pispor jî ji bo parastin û bipêşxistina Kurdî banga hewlên cidî dikin.
Mamoste û Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Mîkaîl Bulbul li ser rewşa Kurdç ya li Tirki û Bakurê Kurdistanê wiha got:
"Rewş wiha berdewam be eger heye 20 heta 30 salên din tenê kesên bi temen bi Kurdî biaxivin.”
"Pêwîst e Kurdên Bakur ji bo federalîzmeke zimanî têkoşîneke radîkal bidin"
Mîkaîl Bulbul in hişyarî da aliyan da ku di vê pêvajoyê de ji bo zimanê Kurdî têkoşîneke cidî bidin û wiha pê de çû:
"Bi belavbûna teknolojî û ragihandinê re em dibînin tesîra Tirkî wekî zimanekî serdest zêde bûye û ev yek Kurdî gelekî sînordar dike.
Bikaranîna wê bi taybetî di nav zarokan de, di nav zarokên Kurdan de, di nav zarokên diçin dibistanê de axaftina Kurdî gelekî minîmîze dike, hindik dike.
Ev jî xetereke cidî ye ji bo Kurdî. Ji bo Kurdan û Kurdî statûyeke yasayî çênebûye. Dawiya dawî statûyeke Kurdî çêbibe dibe statûya Kurdan jî.
Bi taybetî qet nebe Kurdên Bakur ji bo federalîzmeke zimanî pêwîst e têkoşîneke radîkal bidin."
Vekirina beşa Kurdî di televîzyona fermî ya Tirkiyeyê TRTyê de û beşên master, lîsans û doktoraya Kurdî li çend zanîngehên Bakurê Kurdistanê û dayîna mafê dersa bijarte li dibistanan çend gavên sereke ne ku hikûmeta AK Partiyê di zêdeyî 22 salên desthilata xwe de ji bo zimanê Kurdî avêtine.
Lê akademîsyenên Kurd dibêjin, ev gav bi tenê têr nakin ku Kurdî ji asîmîlasyonê biparêzin.
"Divê dersên Kurdî li dibistanan bibin mecbûrî"
Mamosteyê Zaningeha Artukluyê ya Mêrdînê Kenanê Nado diyar kir ku ev gavên ku heta niha ji bo Kurdî hatina avêtin têr nakin û got:
"Ew gavên destpêkê yên hatine avêtin wekî TRT û dersên bijarte û tiştên din piştî înkara Kurdan hatine avêtin.
Proseyeke înkarê hebû û ew êdî têk çû. Ev gav jî ew bûn ku te hejmartin.
Ev gavên destpêkê ne û bersiveke xurt nadin çareseriya meseleya Kurdan. Ji vê û şûnde divê gavên wêrektir û hêjatir bên avêtin.
Ew jî tekez divê di perwerdeyê de bi awayekî 4 sal, 4 sal, 4 sal pêvejoyek berdewam bike ku dersên Kurdî li dibistanan bibin mecbûrî.
Ji pêşdibistanê heta dawiya lîseyê. Ev yek bi rastî gelekî pêwîst e. Di gava yekem de mecbûrîkirin û piştre jî bêguman ber bi perwerdeya zimanê dayikê ve çûyîn.
Hêvî dikim gotûbêj, nîqaş û tiştên bi vî rengî li ser meseleya ziman jî destpê bikin di vê pêvajoya nû de."
Yek ji bendewariyên Kurdan û mamosteyên Kurdî ew bû ku ji ber pêvajoya aştiyê îsal hejmara damezrandina mamosteyên Kurdî jî zêde bibe.
Lê hikûmetê herî dawî ji tevahiya 15 hezar mamosteyan tenê 6 kontejan dan Kurdî.
Mamosteyên zanîngeha Mêrdînê wekî gaveke nêta baş a pêvajoya aştiyê daxwaza damezrandina hejmareke zêdetir a mamosteyên Kurdî dikin.
"Bila li zanîngehên wekî Stenbol û Îzmîrê jî beşên Kurdî bên vekirin"
Mamosteyê Zaningeha Artûklû ya Mêrdînê Necat Keskîn ji bo Kurdî û mamosteyên Kurdî xwestekên xwe wiha anîn ziman:
"Tu 6 kontejanan ji vê beşê re didî, ev yek bi ya min hinekî di nav xwe de nakokî ye. Divê ev yek zêdetir bibe.
Kesê ku bixwaze vê beşa Kurdî li zanîngehê bixwîne dê binêre û bibeje gelo ez dê di siberojê de kar bibînim an na.
Ev yek jî helbet di hilbijartina beşa Kurdî de roleke neyînî dilîze.
Her wiha daxwaza me ew e ku ne tenê li bajarên Kurdan li zanîngehên wekî Stenbol û Îzmîrê jî beşên ziman û edebiyata Kurdî bên vekirin."
Perwerde yek ji rêyên herî bihêz ên parastina ziman e.
Lê sala borî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji tevahiya zêdeyî 20 milyon Kurdan li dibistanan tenê derdora 35 hezar zarokên Kurd dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî hilbijartin.
Pisporên ziman di wê baweriyê de ne ku di perwerdê de tenê dersa bijarte ji bo Kurdî nabe bersiv û daxwaz dikin di vê pêvajoyê de statûyeke bihêztir ji bo Kurdî bê misogerkirin.
RUDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin