Kurdistan: Ji bo koçberan çi ji destê me bê em dê bikin
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku çi ji destê wan bê ew dê bo xelkê Rojavayê Kurdistanê bikin ku ji ber êrîşên Tirkîyê koçber bûne bo Herêma Kurdistanê.
Navenda Nûçeyan- Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, doh li Hewlêra paytext di bin serokatîya serokwezîr Mesrûr Barzanî de civîya.
Piştî civînê derbarê wê kombûnê de daxuyanîyek belav kir û hat ragihand ku kar û xebatên hikûmetê yên heyama 100 rojên derbasbûyî hatine nirxandin.
Herwiha di daxuyanîyê de hatiye gotin ku di civînê de ji bilî proje û xebatên hatine bicihkirin, biryar hatîye dayîn di raporê de bi awayekî berfireh sedemên wan projeyên ku nehatine cîbicîkirin jî cî bigirin.
Herwiha hatîye gotin ku pêşhat û geşedanên li Iraqê jî hatine nirxandin, piştevanî ji pêngavên hikûmeta Iraqê yên bo çaksazîyan hatîye nîşandan û herwiha bang li xwepêşanderan hatîye kirin ku daxwazên xwe bi awayekî aştiyane bicih bînin û hatîye dîyarkirin ku aramîya li welat di berjewedîya Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye.
Di civînê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de li ser bingeha destûrê hatîye kirin.
Di civîna Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha koçberbûna xelkê ji ber wan êrîşan jî hatine gotûbêjkirin û hatîye gotin ku nîgeranîyên derbarê wê rewşa xerap de hatine dupatkirin û hatîye aşkerekirin ku ji ber êrişan 8 hezar kesan ji Rojava xwe spartine Herêma Kurdistanê.
Hatîye ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye çi ji dest bê bike bo koçberan û tekezî li ser hevkarîya civaka navdewletî di vê mijarê de hatîye kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin