Kurdistan | Yekem beşa balafirvaniyê li Zanîngeha Selahedîn vebû
.
Li Herêma Kurdistanê cara yekem li ser asta zanîngehên Herêma Kurdistanê, beşa balafirvaniyê li fakulteya endezyariyê ya Zanîngeha Selahedînê hat vekirin.
Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ragihand ku îro Sêşemê bi merasîmeke ku Nûnerê Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî Dr. Mihemed Husên û Serokê Zanîngeha Selahedîn Prof. Dr. Cewher Fetah û hejmarek berpirsên din tê de amade bûn, beşa balafirvaniyê hat vekirin.
Prof. Dr. Cewher Fetah di merasîmê de got: “Kompaniya Huawei ku yek ji kompaniyên mezin ên cîhanê ye, fikra vekirina vê navendê da û ji sala derbasbûyî ve çendîn pêşbirk encam dan.”
Serokê Zanîngeha Selahedîn Prof. Dr. Cewher Fetah da zanîn, ji bo perwerdeya îsal a beşa balafirvaniyê, ew ê hejmarek xwendekaran werbigrin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin