Kurtefilmeke Kurdî li Moskowê xelat wergirt!
Kurtefîlma Derhênerê kurd Aram Dildar a bi navê 'Haziriyek bo Derengmayînê' li Moskowa paytaxta Rûsyayê Xelata 'Baştirîn Kurtefîlma Xwendekaran' wergirt.
A+A-
Kurtefîlma bi 14 xulekî ya bi navê 'Haziriyek bo Derengmayînê' li Moscow Shortê, layiqî Xelata 'Baştirîn Kurtefîlma Xwendekaran' a Hezîrana 2018an hate dîtin.
Kurtefilma ku bi zimanê kurdî hatiye çêkirin û beriya demeke kurt amadehiya wê hatiye qedandin bo festîvalên cûrbecûr ên filman hatibû birêkirin.
Moskow Short; Festîvala Navdewletî ya Kurtefilman e ku bi danîşanên zindî yên mehane û bi çalakiyên salane yên li Moskowê bi nav û deng e.
Armanca festîvalê ev e ku piştgiriyê bide baştirîn fîlmçêkerên serbixwe yên cîhanê û produksiyonên herî baş ên ji seranserê cîhanê hatine şandin, bêne pêşandan.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin