Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Lava min ji bo hevgirtina rêvebir û oldarên Êzdiyan

A+A-

Kemal Tolan

Lavedikim, rêvebîr û oldarên hemû mal û komelên Êzdiyên li Almaniyayê hene, ji bo navbênkariya avakirina hevgirtina Êzdiyatiyê bi hevûdinê re kombibin

Weke xemxwarekî Êzdiyatiyê, yê bi dehên salan ji bo berhevkirin û danasîna dîrok, çande û zargotina Êzdiyatiyê xebatdikim, dizanim û dilxweş im ku, me Êzdiyên beriya  50 salî hatine Almaniyayê, bi xêra çanede û Êzdînasîna ji dê û bavan girtibûn xwe parast.

Gava me çend kesan di sala 1976 de li bajarê Celle yê dest bi berxwedana xwenasîn û rêxistbûna civaka Êzdî kir, hingê kêm kesan ji Êzdiyan bingehên dîroka ola Êzdiyatiyê û neteweya xwe nasdikir. Lê gelek şikir ji Xwedê û Tawisî Melek re , îro zêdeyî 100 mal û komelên me ji bo parastin û pêşxistina çande, ziman, nasîna netewe û ola civaka Êzdî kardikin hene.

Lê mixabin, hêjî navbênkariya ku, ev 100 mal û komelên Êzdiyan bi hevûdinê re yekbûna hevgirtina Êzdiyatiyê bigihînine nifşên me yên tûn e!

Ji bo ku ev yekbûna hevgirtina Êzdiyatiyê jî destpêbike, hêvî ji rêvebir û oldarên hemû mal û komelên Êzdiyên li Almaniyayê hene dikim, ew êdî ji bo navbênkariya avakirina hevgirtina Êzdiyatiyê û ne ji bona zêde alîkariyê ji dewleta Almaniyayê bigrin bi hevûdinê re kombibin!

Ez ê gelekî dilxweş bibûma ku, rêvebir û oldarên hemû mal û komelên me Êzdiyên li Almaniyayê , vêga di vî wextê rojî û îdên me yên pîroz de ji bona bikaribin bi hevûdinê re karbikin kombibûna!

Ji Xwedê, Tawisî Melek û ji cenabê we hêvê dikim ku, hûn vê daxwaz û lava min binîne cîh!*

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid02BSHDLPDa8iRomL1g9dZmeNGus98vV2ojvEQg9KyKVr9tfc8KHtGAb9pqfPT4c7PCl

Spas ji bo van nesîhet , şîretan û xilmet qebûl be rêzdar şêx Sebhi Nabo *!

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin