Lavrov ji bo Ûkraynayê hişyarî da Tirkiyê!
.
A+A-
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li paytexta Misirê Qahîreyê ligel Serokomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî û piştre jî bi Wezîrê Derve yê Misirî Samih Şukrî re civiya.
Lavrov piştî hevdîtinan di civîna hevbeş a ligel hemkarê xwe Şukrî de, li ser pirsa ‘Hûn dayîna Tirkiyê ya balafirên bêmirov bo Ûkraynayê çawa dinirxînin?’ goot, "Moskowê hişyarîyê dide Tirkiye û welatên din ku nêzîkatiya milîtarîst a Ûkraynayê teşwîq nekin.”
Lavrov herwiha diyar kir ku Rûsya dixwaze Tirkiye jî di nav de, daxuyaniyên Kîevê baş analîz bikin û ew hişyarîyê didin wan ku daxuyaniyên milîtarîst ên Kîevê baş analîz bikin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin