Lavrov: Sûrîye êdî derbasî qonaxeke nû dibe

Lavrov: Sûrîye êdî derbasî qonaxeke nû dibe

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, Sûrîye derbasî qonaxeke jîyana aştîyane dibe. Lavrov peyva Erebî bo komara Sûrîyê bikar anî û got: Serwerîya Komara Erebî ya Sûrîyê dê bibe bingeheke herî guncaw ji bo çareserkirina tevahîya pirsgirêkan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrên Derve yên Rûsya û Sûrîyeyê, Sergey Lavrov û Welîd Muellîm berîya beşdarîkirina di 12mîn civîna Komîsyona Hevbeş a Hevkarîya Bazirganî û Aborî ya navbeyna Rûsya û Sûrîyê de li Moksowê civîyan.

Sergey Lavrov dide zanîn, ku bi piştgirîya serbazî ya Rûsyayê, hikumeta Sûrî êdî piranîya erdê xwe kontrol dike û ew piştgirî dê bidome. Lavrov herwiha piştrast dike, ku Rûsya dê hemû hewldanên xwe bike da ku serwerî û yeparçeyîya tevahîya Sûrîyê misoger bike.

Lavrov got: “Sûrîye êdî derbasî qonaxeke jîyana aştîyane dibe. Û gihandina vê qonaxê ta encameke mentiqî, û misogerkirina yekparî û serwerîya Komara Erebî ya Sûrî, wê bibe bingeheke herî maqûl, ji bo çaresrkirina hemî pirsgirêkên girêdayî bi dabînkirina mafên tevaya komên etnîkî û mezhebî yên li Komara Sûrî.”

Welîd Muellîm li ser navê gel û serokatîya Sûrîyê spasîya Rûsyayê kir û da zanîn, ku şerê terorê bi saya piştgirîya serbazî û dîplomasî ya Rûsyayê bi dawî tê û di proseya jinûveavakirina Sûrî de jî, Şamê dê pêşanîyê bide kompanyayên Rûsî.

Li gorî hin agahîyan, şanda Tirkîyê dê li Moskowê mijarên Sûrîye û Lîbyayê gotûbêj bike. Hin analîst îdîa dikin, ku Tirkîye dixwaze hêzên rêxistina Wagner a ser bi Rûsyayê ve li Lîbyayê, piştgirîya xwe bo mareşal Xelîfe Hefter rawestîne, û hingê Enqere dikare li Idlîbê gavan paş de bavêje.

Rojhilatnas û sîyasetzan, Konstantîn Truyevtsev ji Rûdawê re got: “Wagner, komeke serbazî ya taybet e. Di rastîyê de rewşa wê komê, li Rûsyayê jî zêde zelal nîne û Moskow peywndîya xwe pê re bi fermî qebûl nake. Dema ku Rûsya dibêje, ti têkildarîya hikumeta Rûsya bi wan kesên çekdar re tune ye, yên ku eger bi nasnameya rûsî ve li Lîbyayê peyda bibin; çawa Rûsya dikare li ser vê mijarê bazarîyê bike?”

Jêderên nêzî hikumeta Rûsyayê amaje bi wê yekê dikin, ku di destê Enqerê de ti karteke bi quwet êdî nemaye ku givaşê li ser Moskowê bike, weke ku bi gefên penaberan givaşê li ser Ewropayê dike. Lê dîsa jî, ew dûr nabînin ku, Moskow dikare di mijara Lîbya û Idlîbê de bazarîyê bike. Ji xwe serdana her du şandên Sûrî û Tirkî di heman rojê de bo Moskowê, di radeyekî de van îdîayan piştrast dike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin