Lavrov: Teroristên Idlibê jidest didin diçin Lîbyayê
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, cîhadîstên pêgehên xwe li Idlibê jidest didin, diçin Lîbyayê.
Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konferanseke rojnamevanî de ragihand, danûstandinên Lîbyayê yên di navbera nûnerên Hikûmeta Wîfaq û Xelîfe Hefter de bêyî ku bigihe rêkeftina dawî bo agirbestê bidawî bû.
Dîyar kir jî, li Lîbyayê dewlet nîn e û gelê Lîbî dê gelek zîyan bibîne, heger sînaryoya Sûrîyê lê dubare bibe.
Amaje bi wê da, cîhadîstên pêgehên xwe li Idlibê jidest didin, lê mixabin diçin Lîbyayê, ji bo karên xwe yên teroristî li wî welatî berdewam bikin.
Ji roja 19ê vê mehê ve hêzên rêjîma Sûrîyê bi piştevanîya firokeyên Rûsî dest bi êrîşa bejahî ser gundewarê başûrê Idlibê kirine û gelek navçe li başûrê Idlibê ji destê grûpên çekdar derxistine.
Ji alîyekî din ve, Parlementoya Tirkîye li ser pêşnîyara Serokomarê Tirkîyê Recep Teyip Erdogan rêkirina serbazan bo Libya pesend kiribû.
Di wê çarçovê de jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, nêzîkî yek hezar ji grûpên çekdar ên Sûrîyê yên alîgirên Tirkîyê bo Lîbyayê hatine veguhastin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin