Lavrov: Tirkîye pabendî “hevtêgihîştinê” bûye, lê gûman li ser HSDê heye

Lavrov: Tirkîye pabendî “hevtêgihîştinê” bûye, lê gûman li ser HSDê heye

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, Tirkîye pabendî hevtêgihîştina agirbestê bûye, lê berûvajî wê, piştî Amerîka ji biryara vekişandina hêzên xwe poşman bûye, HSDê guh nade bicihkirina wê rêkeftinê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro di konferanseke rojnamevanî ligel hevtayê xwe yê Îslendî de ragihand, “Berûvajî daxuyanîyê Kurdan, ti zanyarî li cem me nîn in, ku Tirkîye pabendî têgihîştina Socî a li ser bakurê Sûrîyê nebûye.”

Herwiha Lavrov got: “Şîretê li HSDê û serkidatîya sîyasî ya kurd bi giştî dikim, pabendî sozê xwe bibin, ji ber ku piştî têgihîştina 22 Cotmehê, me erêkirina bicihkirina wê ji Serokê Sûrîyê Beşar Esed û serkirdatîya Kurd wergirt û wan got ewê hevkar bin”.

Lavrov tekez kir jî, mafên kurdan bih nabin, ne di çarçova serwerî û yekperçeyîya xaka Sûrîyê de be”. Herwiha Lavrov daxwaz ji HSDê kir, danûstandinên giştgîr bi Hikûmeta Sûrîyê re bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dîyar kir, girîngîpêdana HSDê bi têgihîştina Rûsyayê – Tirkîyê, ji piştî vegera Amerîka ji biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûrîyê, kêm bûye.

Di berdewamîyê jî da Lavrov got“Dema Amerîka biryar da hêzên xwe ji Sûrîyê vekişîne, wan (kurdan) yekser pabendbûna xwe bi xalên wê têgihîştinê ragihand, lê piştre helwesta xwe guhartin. Ez şîretê li kurdan dikim, li ser helwesta xwe bin û xwe nexin nava helwestên gûmanewî.”

Ev daxuyanîyên Wezîrê Derve yê Rûsyayê di demekê de ye, çendîn car in serkirdeyên HSDê Tirkîyê bi binpêkirina hevtêgihîştina agirbestê tomebar dikin û dibêjin, Tirkîye xalên hevtêgihîştinê binpê dike û êrîşî navçeyên HSDê dike.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî berî du rojan ji K24ê re ragihand, artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, bi çekên giran êrîşî Eyn Îsayê dikin û hêzên Rûsî wek gerentîkarê agirbestê bi rola xwe ranabin.

 Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin