
Laziqiye: Hêzên ewlehiyê dest datînin ser kel û pelên ku hatine dizîn
.
Li bajarê Laziqiyeyê yê li rojavayê Sûriyeyê hêzên hikûmetê dest datînin ser kel û pelên ku hatine dizîn.
Li bajarên Laziqiyê û Ceblê yên li beravên Sûriyeyê di navbera komên çekdar û hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer û pevçûnên dijwar derketin.
Di encama şer û pevçûnan de zêdetirî hezar kesî hatine kuştin û gelek mal û sazî hatine talankirin.
Hêzên hikûmetê daxwazê ji xwediyên wan kel û pelan dikin da ku bên wan bibin.
"Her tiştê hatibe dizîn û bê fature be dest datînin serê"
Berpirsê Rêbenda Zanîngeha Laziqiyeyê Şêx Ebû Teym got:
"Em ji aliyê niştecihên sivîl ve hatin agahdarkirin ku kelûpelên firoşgeh û malan tên dizîn.
Di nav de otomobîl û motorsiklet jî hene, lewra em li vê derê li rêbenda asyîşa giştî her otomobîleke derbasî Laziqiyeyê bibe yan derkeve pişkinînê dikin.
Her tiştê hatibe dizîn bê pisûle yan bê fature be dest datînin serê û kom dikin."
Hinek Elewiyên Laziqiye û Tertûsê yên ku ji ber şer û pevçûnan reviyane Libnanê, dibêjin mal û saziyên xizmetguzariyê ji aliyê komên çekdar ve hatine talankirin.
"Bi ti awayî jiyan li welatê me nemaye"
Koçbereke ji Laziqiyeyê got, "Rewş gelekî xirab e, bi ti awayî jiyan li welatê me nema ye, dibistan hatine girtin, kel û pelên norîngehan hatin dizîn.
Hatin û tiştek ji me re nehiştin, ne derman, ne pizîşk, ne mamosteyên jin, em neçar bûn ji bo zarokên xwe birevin."
Li gorî çavkaniyên xwecihî di şer û pevçûnan de 745 kesên sivîl hatine kuştin li gel 125 endamên hêzên ewlehiyê yên Sûriyê.
Di heman demê de 148 çekdarên alîgirên Esed jî hatine kuştin.
Lê belê îro çavkaniyeke taybet ji Laziqiyeyê ji Rûdawê re ragihand ku zêdeyî hezar kesî di her du rojên şer de li herêmê hatine kuştin.
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin