Lehî li Rojavayê Kurdistanê jî xist
Ji doh ve, baraneke bihêz li Rojavayê Kurdistanê dibare û li gelek deveran lehî rabû û gelek rê, pir, xanî û zeviyên welatiyan ziyanên mezin dîtin.
Hat ragihandin,ji ber barîna baranê asta çemê bajarokê Dêrikê bilind bû û lehî derbasî nava xanî û dikanên li aliyê wî çemî û gelek zevîyên derdora Dêrikê jî di bin lehiyê de man.
Ji ber rabûna lehiyê jî û metirsiya rabûna asta avê û hilweşîna bendava Borzê a li nêzîkî Dêrikê, gundê Borzê hate valakirin.
Herwiha hat diyarkirin, li gundê Îlah Qosa devera Alîyan jî ji ber baran û lehiyê xaniyek hilweşiya.
Herwiha ji ber rabûna lehiyê hin pirên li ser rêyan ziyanên mezin dîtine û tîmên çakirina piran hewla çakirina wan didin.
Hat ragihandin, lehî li gund û bajarokê wek Girkê Legê, Çilaxa, Tirbesibiyê jî bilind bûye û piraniya rê û kolanên wê herêmê di bin lehiyê de mane û av derbasî nava gelek xaniyên welatîyan bûye.
Li gor pêşbîniyên keşûhewayê jî, li Rojavayê Kurdistanê şepola baranê heta çend rojên din jî berdewam be û metirsîya lehîyê dê berdewam be.
(K24)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin