LÊKOLÎN - Kîjan ziman di bin metirsiya jinavçûnê de ne?

LÊKOLÎN - Kîjan ziman di bin metirsiya jinavçûnê de ne?

.

A+A-

 Li gor lêkolîneke Zanîngeha Niştimanî Awistiralyayê, hezar û 500 ziman û zaravayên li seranserî cîhanê metirsiya wê yekê li ser hene ku heta dawiya vê sedsalê jinavbiçin.

Ew lêkolîn diyar dike, niha 7 ziman û zaravayên ku li seranserî cîhanê tên axaftin, eger karên pêwîst ji bo parastina wan neyên kirin gefa jinavçûnê li ser wan heye û wê demê her mehê yek ji wan jinav biçe

Beşek ji wan zarava û devokên li Kurdistanê û navçeyê metirsî li ser heye:  

Hewramî

Zazakî

Mendayî

Aşûrîya Nû

Sê zimanên aramî yên Cihûyan ku bi temamî ji nav çûne ku ji van zimanan pêk tên:

Lîşanîd Noşan, ku li Hewlêrê dihat axaftin niha jinavçûye.

Lîşanîd Dîdan, ku li Urmiye û Hewlêrê dihat axaftin niha jinavçûye.

Lîşan Hozayî jî , ku li Bakurê Rojavayê Dihokê dihat axaftin, jinavçûye.

Li gor wê lêkolîna Zanîngeha Niştimanî Awistiralyayê, sedemên sereke yên jinavçûna ziman û zaravayan, ji pêşketina perwerdeyê û zêdebûna hatinûçûna di navbera gund û bajaran de pêktên, ku wiha kiriye hejmarek ji bikarhênerên ziman û zaravayan zêdetir berê xwe bidin zimanên fermî û sereke.

Hewlên bo parastina zimanan

Beşek ji welatên cîhanê tedbîrên corbicor ji bo parastina ziman û zaravayên ku metirsî li ser wan hene wergirtine.

Wek mînak, zimanê Cêryas yê li Girava Cêrs ya Iceland (Ayslandê), ji 800 kesan kêmtir pê diaxivin û di asta jinavçûnê de ye. ji ber vê yekê berpirsên giravê biryar dane ku ew ziman di sîstema perwerdê de bê xwendin û zarok li dibistanên seretayî bi wî zimanî bixiwînin.

Fransiwa Lo Mayistir, Niştecihiyê Girava Cêrs ya Icealandê, dibêje, “Em cîlê dawiyê ne. Birayên min û hevalên min hemû cîlê dawiyê bûn, ku bi awayeke xwezayî bi wî zimanî biaxivin. Ev yek cihê nîgeraniyê ye. Niha ciwanên me û zarokên me yên xwe fêr kirine, gelek baş pê diaxivin.”

Bikaranîna zimanan di hunerê de

Xelkê Samî ku li çend deverên Norveç, Swêd, Fînlanda û Rûsyayê  10 zimanên wan yên biçûk hene, ji ber siyaseta têkêlkirinê ya hikûmeta welatên wan, zimanên wan ber bi jinavçûnê ve bûn. Lê niha cîlê nû wan zimanan di rap û berhemên xwe yên hunerî de bikar înin û zimanên xwe vegerandine serdemeke zêrîn.

Berovajî vê yekê, zimanê Mançû ku ji aliyê malbata dawî ya împaratoriya Çînê ve dihat axaftin û sê sedsalan hikumdariya Çînê kirine, piştî nemana wan niha ew ziman jî nêzîkî jinavçûnê ye û bi tenê 10 kes pê diaxivin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin