Lêkolînek derbarê guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê hate weşandin

Lêkolînek derbarê guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê hate weşandin

.

A+A-

Bi fînanseya Wezareta Derve ya Almaniyayê du lêkoleran, lêkolînek derbarê guhertina demografîk li navçeyên Rojavayê Kurdistanê berhev kir.

Lêkolîna bi di bi navê “Rev û Erebkirin” de hate belavkirin balê dikşîne ser guhertina demografîk li navçeyên Rojavayê Kurdistanê di navbera sala 2010-2023’an weşandin.

Di lêkolînê de sê bajar û gundewarên wan weke mînak hatine destgirtin, ew jî Qamişlo, Kobanî û Cindirêsa Efrînê ne.

LÊKOLÎN: ZÊDEYÎ NÎVÊ XELKÊ RESEN YÊ QAMIŞLOYÊ JÊ DERKETINE

Li gorî lêkolînê, hebûna kurdan li bajarê Qamişloyê sala 2010 zêdeyî 464 hezaran bû lê sala 2023an daket 233 hezar û 472 kesan. Her wiha li gundwarên wê 49.76% ji rêjeya kurdan di navbera 2010 û 2023an de dest ji gundên xwe berdane.

“SÊ ÇARÊ XELKÊ RESEN YÊN KOBANIYÊ JI BAJAR DERKETINE”

Her wiha li bajarê Kobaniyê, sala 2010’an zêdeyî 44 hezar kesan jiyan dikir lê sala 2023’an daket 12 hezar û 346 kesan. Li gundewarên wê jî rêjeya xelkê resen li gundên kurdî navbera wan salan de 69.07% daket.

“RÊJEYA XELKÊ CINDIRÊSÊ %77.59 DAKET”

Li bajarê Cindirêsê jî sala 2010’an nêzî 14 hezar kes jiyan dikir, lê ev hejmar xelkê resen 2023’an daket 3 hezar û 61 kesan û li gundên kurdî yên wê jî rêjeya xelkên resen 69.25% daket.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin