
Lêkolîneke Taybet li Ser Axaftina bi Kurdî li Tirkîyê
Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk li 16 bajarên Kurdan û li 49 navçeyan, li ser axaftina bi kurdî li Tirkîyê anketek amade kir.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Li gorî encamên anketê li bajarên Kurdan ji sedî 65ê rûniştvanan li malê xwe bi Kurmancî, ji sedî 26 bi Tirkî, sedî 4 Erebî, ji sedî 3 Zazakî diaxivin.
Ji sedî 57 li derve bi Kurmancî, ji sedî 38 bi Tirkî, ji sedî 2,4 bi Erebî, ji sedî 2 jî bi Zazakî diaxivin.
Rêjeya Axaftina bi Zimanê Kurdî li Tirkîyê
Lêkolîn destnîşan dike ku temen çiqas mezin dibe, rêjeya axaftina bi Kurdî zêdetir dibe:
Ciwanên ku temenê wan di nav 18 û 24 salî de ne, ji sedî 64 bi Kurdî; kesên ku temenê wan ji 65 mezintir e ji sedî 68ê wan bi Kurdî diaxivin.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin