Leşkerên Tirkiyê sê ciwan li ser sînor îşkence kirin
.
A+A-
Cendirmeyên Tirkiyê 3 ciwan li ser sînorê Kobanî girtin ew bi tundî îşkence kirin û avêtên ser sînor.
Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku Cendirmeyên Tirkiyê 3 ciwan li ser sînorê Kobanî girtin ew bi tundî îşkence kirin
Asayişa Rêveberiya Xweser li ser malpera xwe ya fermî nivîsand ku hêzên wan ew 3 ciwan birine nexweşxneyên Kobanî.
Li gor daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema ku 3 ciwanan dixwstin ji Kobanî derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibin, Cendirmeyên Tirkiyê ew girtin û bi tundî îşkence kirin.
Pizîşkê ku ew kontrol kirine diyar kirine, dibêjin wan ciwanan derbeyên tund di rû, pişt û milê xwe de xwarine.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin