Li 10 bajaran Rewşa Awarte hatiye ragihandin
.
Serokomar Erdoganî gotiye ku li 10 bajarên di bin bandora erdhejê de mane, heta 7ê Gulanê Rewşa Awarte hatiye ragihandin.
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî derbarê erdhejê de saet di 14.30 deqîqeyan de civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Erdoganî gotiye ku di encama du erdhejan de 3 hezar û 549 kes mirine, 22 hezar û 168 kes birîndar bûne. Li gorî heman daxuyaniyê zêdetirî 8 hezar kesî hatine rizgarkirin.
Erdoganî her weha diyar kiriye ku li 10 bajarên ku di bin bandora erdhejê de mane, heta 7ê Gulanê Rewşa Awarte hatiye ragihandin:
"Li gorî erka ku xala 119an a Dadgeha Destûra Bingehîn daye me, me biryara ragihandina Rewşa Awarte daye. Em ê pêvajoya Serokmariyê û ya Meclîsê ya derbarê vê biryara Rewşa Awarte ya wê sê mehan dewam bike, bi lez û bez temam bikin.
"Niha 53 hezar û 317 xebatkarên lêgerîn û rizgarkirinê û yên alîkariyê li herêmê dixebitin. Tevî ekîbên ji nav welêt û dervayî welêt tên, hejmar her diçe zêde dibe."
"(Erdhejên ku navend Mereş e) Ji bo alîkariya acîl û karên alîkariyê, di destpêkê de me ji bo saziyên xwe 100 milyar lire terxan kiriye.
"(Erdhejên ku navend Mereş e) Dewleta me bi hemû sazî, personel û wesayîtên xwe li herêmên karesatê bi helwesta seferberiyê dest bi xebatan kiriye.
"(Erdhejên ku navend Mereş e) Ne tenê di dîroka komara me de, li erdnîgariya xwe û li dinyayê jî em bi karesateke herî mezin re rû bi rû ne."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin