Li 14 herêmên Şirnexê qedexe hat ragihandin!

Li 14 herêmên Şirnexê qedexe hat ragihandin!

.

A+A-

 Li 14 deverên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê “15 roj qedexe” hat qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, li 14 dever û çiyayên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hatiye ragihandin.

Li gorî biryarê, li wan deveran ji 1ê Tîrmehê heta 15ê Tîrmehê di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de qedexe hatiye ragihandin

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku ew qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Cihên qedexekirî

Çiya û navçeyên ku li gorî biryara parêzgariyê hatine qedexekirin ev in:

“Çiyayê Cûdiyê, Devera Bestayê, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Newala Sar, Çiyayê Încebelê, Devera Oymakkayayê û Devera Tenînê.”

Parêzgariyê herwiha hişyarî daye xelkê ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin wan deveran.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin