Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê perwerde rawesta
Ji ber rewşa hewayê li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan bûn behnvedan.
A+A-
Li bajarên Xarpêt, Agirî, Bedlîs, Çewlîg, Wan, Erzirom û Meletî ji ber barîna berfa zêde dibistan hatin girtin û perwerde nehat kirin.
Li Xarpêtê ji ber şert û mercên hewayê rêya 138 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Rêya 12 gundên li ser navendê, 10 gundên Baskîlê, 3 gundên Aricakê, 3 gundên Madenê, 20 gundên Qereqoçanê, 15 gundên Kebanê, 10 gundên Kovancilarê, 15 gundên Paloyê, 50 gundên Sîvrîceyê ji ber berfê hat girtin.
Li gor agahiyên li bajarê Çêwlikê, ji ber berf û bagerê rêya 281 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin