Li 7 eyaletên Almanyayê dersa Kurdî tê dayîn

Li 7 eyaletên Almanyayê dersa Kurdî tê dayîn

.

A+A-

 Li dibistanên 7 eyaletên Almanyayê dersên Kurdî têne dayîn û derdora 2 hezar û 600 xwendekarî dersa Kurdî werdigirin.

Li gorî nûçeya Diyarnameyê ku Zekî Ozmen amade kiriye, li dibistanên 7 eyaletên Almanyayê dersên Kurdî tên dayîn.

Perwerdeya li eyaletan ji hev cuda ye

Li Almanyayê perwerde û birêveberina dibistanan girêdayî wezaretên perwerdeyê yên eyaletan e ku bi giştî 16 eyalet hene.

Sîstema perwerdeyê ya her eyaletê xweser e û heta astekê ji hev cuda ye.

Di warê dayîn û mafê dersên Kurdî de jî rewşa hemû eyaletan ji hev cuda ye. 

Dayîna dersên Kurdî salên 1990î dest pê kir

Li gorî texmînan li Almanyayê niha nêzîkî 3 mîlyon Kurd dijîn.

Eyaleta Bremenê destpêka salên 1990î wekî yekem eyalet dest bi dayîna dersên Kurdî kir û ev yek hîn jî li wir berdewam dike.

Pişt re hinek eyaletên wekî Hamburg, North Rhine-Westphalia, Bremen, Niedersachsen, Berlîn Brandenburg, Rheinland-Pfalzê jî dest bi dayîna dersên Kurdî kir.

Li gorî nûçeyê, niha (serdema xwendinê ya 2024/2025an ) li 7 eyaletan derdora 2 hezar 600 zarokên Kurd diçin dersên Kurdî.

Ev ders li hinek eyaletan di çarçoveya “Dersa Zimanê Zikmakî” û li hinekan jî wekî “Dersa Zimanê Biyanî” tê dayîn. 

Li 97 dibistanan dersên Kurdî tên dayîn

Bi giştî li 97 dibistanên 7 eyaletan dersên Kurdî tên dayîn.

Her wiha 30 mamosteyên dersa Kurdî li wan dibistanan peywirdar in.

Mûçeyê mamosteyan jî ji nava budceya wezaretên perwerdeyê yên eyaletan tê veqetandin. 

Li Almanyayê yekem eyaleta dest bi dersên kurdî kir Bremen bû û ya herî dawî jî dest pê kiriye jî eyaleta Saarlandê e.

Bremen

Li Bremenê ji 1993yan ve li dibistanan dersên Kurdî tên dayîn.

Niha jî 2 mamoste heftane 56 saetan dersên Kurdî wekî “Dersa Zimanê Zikmakî” li 8 dibistanên seretayî didin.

Beşdariya li her 8 dibistanan ji 187 xwendekaran pêk tê.  

North Rhine-Westphalia

Li eyaleta North Rhine-Westphaliayê ji sala 1998an ve dersên Kurdî tên dayîn.

Heta sala 2018an dersên Kurdî di çarçoveya “Dersên Zimanên Din” de li gelek dibistanên bajarên vê eyaletê dihatin dayîn.

Statuya Kurdî ya li dibistanan sala 2018an hat guhertin û kete çarçoveya “Dersa Zimanê Zikmakî”.

Niha li vê eyaletê ji pola 1ê heta 10an li 68 dibistanan dersên Kurdî tên dayîn.

Ders dikare heftane heta 5 saetan werin dayîn. Bi giştî 18 mamoste li van dibistanan dersên Kurdî didin hezar û 842 xwendekarên Kurd. 

Niedersachsen

Li Niedersachsenê ji 2006an ve dersên Kurdî li dibistanan tên dayîn.

Di serdema xwendinê ya 2023/2024an de 4 mamosteyan di çarçoveya “Dersên Zimanê Biyanî” de li 13 dibistanên seretayî dersa Kurdî da 338 xwendekaran.

Rheinland-Pfalz

Li Rheinland-Pfalzê ev 10 sal in dersa Kurdî wekî “Dersa Zimanê Zikmakî” li dibistanan tê dayîn.

Soranî sala 2015an û Kurmancî sala 2019an dest pê kir. Dersên Kurdî bi giştî li 7 dibistanan tên dayîn û niha 143 xwendekar beşdar dibin.

Ji van mamosteyek li 6 dibistanan bi beşdariya 85 xwendekaran dersa Kurmancî dide.

Her wiha mamosteyek jî li dibistanekê dersên Soranî dide 58 xwendekaran.

Wekî piraniya eyaletan beşdariya “Dersên Zimanê Zikmakî” li ser daxwaza dê û bavan e û ne mecbûrî ye.

Her wiha nota dersê ji bo derbaskirin û yan jî nederbaskirina polê ne xwedî rol e.

Lê belê xwendekarên nû ji pola 6an û pê de dest pê dikin, piştî beşdariya ezmûnekê dikarin zimanê xwe wekî “Dersa Zimanê Biyanî” jî hilbijêrin.

Nota vê dersê wekî notên asayî tê hesêbê. Di serdema dibistanê ya 2023/2024an bi vê minasebetê du xwendekar ji bo kurdî beşdarî vê ezmûnê bûn lê vê serdemê ti kes beşdar nebû.

Her wiha eyaleta Rheinland-Pfalz ji bo “Dersên Zimanê Zikmakî” yên 19 zimanên curbicur par ji budceyê 10 milyon Euro xerc kir. 

Brandenburg 

Eyaleteke din a ku di çarçoveya “Dersên Zimanê Zikmakî” de dersên Kurdî lê tê dayîn jî Brandenburg e.

Dersên kurdî ji 2018an ve li vê eyaletê tên dayîn.

Li gorî agahdariyên Wezareta Perwerdeyê ya Brandenburgê li wê eyaletê di serdema xwendinê ya 2023/2024an de li 2 dibistanan 27 xwendekar beşdarî dersên Kurdî bûn.

Her wiha li eyaletê derfeta ku xwendekar ji pola 6 heta 13an beşdarî “Ezmûna Piştrastiya Zanîna Zimên” bibin û bi wî awayî zimanê wan ê dayikê wekî dersa “Zimanê Biyanî” were pejirandin heye.

Notên vê dersê ji bo mayîn û yan jî derbaskirina polê derbasdar in.

Wekî mînak serdema xwendinê ya 2022/2023yan 7 xwendekar tevlî vê ezmûna bi Kurdî bûn.

Ji hêla din ve Wezareta Perwerdeyê ya Eyaletê ji bo Kurdî û zimanên din serdema borî ya dibistanê 530 hezar euro ji budceya xwe terxanî “Dersên Zimanê Zikmakî” kir.

Berlîn

Li Berlînê ji sala 2020î ve dersên Kurdî wekî “Dersên Zimanê Biyanî” tên dayîn.

Mamosteyek hem ji bo Kurmancî û hem jî ji bo Kirmanckî/Zazakî li 4 dibistanan dersan dide xwendekaran. Dersên kurdî hefteyê 2 saet in. 

Saarland

Eyaleta ku herî dawî dest bi dayîna dersên Kurdî kiriye Saarland e.

Li Saarlandê dayîna dersa Kurdî sibata îsal dest pê kir.

Li wê eyaletê jî dersên Kurdî di çarçoveya “Dersên Zimanê Zikmakî” de têne dayîn.

Bi giştî 58 şagirt hefteyê du saetan piştî nîvro li 3 dibistanên seretayî û li lîseyekê diçin dersên Kurdî.

Ji bo dersên li her çar dibistanan 2 mamosteyên Kurdî pewirdar in. 

Li Eyaleta Hamburgê elaqeya dersên Kurdî

Li Almanyaya ku nêzîkî 3 mîlyon Kurd lê dijîn, eyaleta Hamburgê mînakeke berbiçav a bêelaqetiya hem sazî û hem jî ya dê û bavên Kurdan a ji bo dersên Kurdî yên li vî welatî ye.

Li Hamburgê dayîna dersên Kurdî yên li dibistanên eyaletê sala 1994an dest pê kir.

Li gorî daneyan serdema xwendinê ya 2001/20021ê li 5 dibistanan derdora 150 xwendekarî beşdarî dersên Kurdî bûn.

Serdema xwendinê ya 2007/2008ê ji ber nebûna eleqeyê êdî dersên Kurdî tenê li dibistaneke wê eyaletê hatin dayîn.

Ev demeke êdî dersên Kurdî nayên dayîn. 

Daîreya Dibistanan a Hamburgê derbarê rewşa niha ya dersên Kurdî ragihand ku car caran xwendekar û yan jî dê û bav dersên Kurdî ji wan dixwazin lê belê ji ber ku xwendekarên vê daxwaziyê dikin ji hêla herêmî ve ji hev gelekî berbelav in, çêkirina komên dersê li gorî plan û li gorî temenê xwendekaran pêkan nabe.

Wezaretê zehmetiyeke din jî wekî nebûna mamosteyên Kurdî yên kalîfiye û nebûna meteryalên Kurdî destnîşan kir.

Nebûna bernameya bingehîn a fêrbûna Kurdî jî wekî zehmetiyeke din a pêkanîna dersên kurdî li Hamburgê hat nîşandan. 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin