
Li Afganîstanê di êrîşeke Talîbanê de 3 kes mirin
Çekdarên Talîbanê li navçeya Girişk a ser bi parêzgeha Helmand a li başûrê Afganîstanê, êrîşek bi wesayîteke bombebarkirî ve pêkanîn û 3 karmendên ewlehîyê jîyana xwe ji dest dan.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Berdevkê parêzgerê Helmandê Omer Zuvak ji çapemenîyê re ragehand, çekdarên Talîbanê li herêmê Yahçal a ser bi navçeya Girişkbi wesayîta bombebarkirî ve êrîş li ser kampa leşkerî pêkanîne û di êrîşê de 3 karmendên ewlehîyê jîyana xwe ji dest dane û 6 karmendên ewlehîyê jî birîndar bûne.
Talîbanê jî ragehand, di êrîşê de herî kêm 10 leşker mirine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin