
Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin
Walîtiyên Amed û Mêrdînê daxuyandin ku çalakiyên giştî yên li her du bajaran heya du mehan hatine taloqkirin.
A+A-
Walîtiya Amedê bi awayekî nivîskî daxuyand ku di çarçoveya tevdîrên ji bo şewba Covîd-19'ê çalakiyên saziyên civaka sivîl, saziyên pîşeyî yên di wesfê saziyên cemaweriyê de, çalakiyên yekîtî û koperatîfan heya 2 mehan hatine taloqkirin.
Walîtiya Mêrdînê jî bi awayekî nivîskî daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ragihand ku di çaçroveya tevdîrên ji bo şewba Covîd-19'ê li bajêr çalakiyên giştî heya 2 mehan hatine taloqkirin.
Her wiha di daxuyaniyên her du walîtiyan de jî hat diyarkirin ku heger biryarên hatine girtin bên binpêkirin wê ceza bê birîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin