Li Amedê 2 rêvebirên HDPyî hatin binçavkirin
Parlamenterê berê yê HDPê Edîp Berk û endama Encûmena HDPê Gulşen Ozer hatin binçavkirin.
A+A-
Polîsê Tirkiyê îro li Diyarbekirê li hember rêveberên HDPê operasyon pêk anîn û êrîş birin ser malên Parlamenterê berê yê HDPê Edîp Berk û Rêvebera HDPê Gulşen Ozer.
Piştre herdu rêveberên HDPê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan Berk û Ozer birine Rêvebiriya Ewlehiya Diyarbekirê.
Hat ragehandin, derbarê Edîp Berk û Gulşen Ozer de ji ber axaftinên di Newroza 2018'ê de doz hatiye vekirin û dozgerê Diyarbekirê biryara binçavkirina wan daye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin