Li Amedê 200 haletên nû yên koronayê

Li Amedê 200 haletên nû yên koronayê

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê metirsîya koronayê zêdetir dibe û di 6 rojên dawî de 200 kes ji ber vîrusa koronayê bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û 350 kes jî di malên xwe de hatine kerentînekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ligel pêvajoya nû ya normalbûnê, li hinek cihên parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê danîna maskeyê bûye neçarî. Lê dîsan jî tê dîtin ku li gelek navçeyan welatî maskeyê bikar nayînin û guhê xwe nadin dûrahîya navbera mirovan.

Li gor agahîyên hatine belavkirin, li Amedê di 6 rojên dawî de 200 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Herwiha 350 kes jî di malên xwe de hatine kerentînekirin û sedema zêdebûnê jî pêbendnebûna welatîyan a bi rênmayîyan tê pêşandan.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustî ya Tirkîyê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê heta niha 169 hezar û 218 kes bi koronayê ketine, 135 hezar û 322 kes ji wan baş bûne, 4 hezar û 669 kes baş bûne û herwiha 591 kes jî di jêr çavdêrîya hûr a pizîşkî de ne.

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin