Li Amedê buhayên bas û mînîbasan zêde bûn

Li Amedê buhayên bas û mînîbasan zêde bûn

.

A+A-

 Li Ameda parêzgeha bakurê Kurdistanê, bûhayê gihandinê yên bas û mînîbasan nêzîkî ji sedî 25 hatin zêdekirin.

Bi zêdekirina buhayê bas û mînîbasan re êdî wê bûhayê xwendekaran ên mînîbasan 12 lîre, yên tam jî 20 lîre bin. Beriya zêdekirinê xwendekar 8 lîre û tam jî 12 lîre bûn.

Yên basên Şaredariyê û Basên Gel ên Taybet jî, wê xwendekar 8 û tam jî 15 lîre be. Beriya zêdebûnê xwendekar 6 û tam jî 15 lîre bûn.

Piştî vê biryara zêdekirina buhayên gihandinê welatiyên Amedî nerazîbûnan nîşan dan.

Welatiyan qeyrana aborî bi bîr xistin û anîn ziman ku zêdekirina buhayên gihandinê Amediyan bêtir bêzar bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin