Li Amedê destûrê nadin navên bi Kurdî

Li Amedê destûrê nadin navên bi Kurdî

.

A+A-

 Li navçeya Farqînê ya Ameda Bakurê Kurdistanê destûr nehat dayîn ku navê bi Kurdî li Qada Bajêr were kirin.

Hevserokên Şaredariya Farqînê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Li gorî daxuyaniyê, Meclisa Şaredariya Farqînê biryar daye ku navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn bike Rindêxan.

Lê Qaymeqamiya Farqînê gotiye “Rindêxan” ne bi Tirkî ye û ev nav red kiriye.

"Navên kirêt, bêedeb û pêkenok nikarin bên danîn"

Qaymeqamiya Farqînê di bersiva xwe de gotiye, "Peyv û îfadeyên ku li gorî rêzimanên biyanî hatine sazkirin û navên kirêt, bêedeb û pêkenok nikarin bên danîn."

Hevserokên Şaredariya Farqînê got ku ew vê biryarê qebûl nakin û wan hewaleyî wijdanê gel dikin.

Daxuyaniya Hevserokên Şaredariya Farqînê bi vî rengî ye:

“Ji Rayagiştî re,

Meclisa şaredariya me di civîna xwe ya meha tîrmehê de biryar da ku navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn wekî Rindêxan bê guhertin.

Lê biryara ku ji aliyê meclisa şaredariya me ve hat wergirtin ji aliyê amîrtiya mulkî ya îdarî (Qaymeqamtî) ve hat redkirin. 

Qaymeqamtiyê, angaşt kir ku navê Rindêxan ne bi Tirkî ye û di ferhanga Saziya Ziman a Tirkî de tune û li gorî rêzimana ‘biyanî’ hatiye sazkirin û  ji bo redkirinê ev hincet pêşkêşkirin:

‘...Peyv û îfadeyên ku li gorî rêzimanên biyanî hatine sazkirin û navên kirêt, bêedeb û pêkenok nikarin bên danîn.

Gora Siltanê Selçûkiyên Anatoliyayê Kiliçaslanê Yekemîn hatiye dîtin û navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn li parka ku di sala 2023yan de li navenda Farqînê lêkirina wê temam bû hatiye danîn.

Kiliçaslanê ku wekî kesê xaçparêz têk birine tê bibîranîn li navçeya me bin ax kiriye.

Piştî ku ev ji raya giştî re hat ragihandin feydeyeke zêde li danasîn û turîzma navçeya me hat kirin.

Ji ber vê sedemê bi danîna nav hatiye armanckirin ku bîranîna vî siltanê mezin li navçeya me bê jiyandin.

Biryara meclisa şaredariyê ya ji bo guhertina navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn a bi  navê nû Rindêxanê ji ber ku ne bi Tirkî ye û di ferhanga Saziya Ziman a Tirkî de tune û li gorî rêzimana biyanî hatiye sazkirin, di guhertinê de tu feydeyeke cemaweriyê tune, her wiha ji ber ku ne li gorî hikmên mewzûatê yên li jor hatine eşkerakirine ji aliyê qaymeqamiya me ve nehat qebûlkirin û di pêvekê de hat vegerandin.’

Em vê biryara ku ji aliyê qaymeqamiyê ve li dijî zimanê Kurdî û navên Kurdî hatiye wergirtin qebûl nakin û hewaleyî wijdanê raya giştî û gelê xwe dikin!

Hevserokên Şaredariya Farqînê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin