Li Amedê di 10 mehan de 45 pizîşkan koç kirine
.
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di sala 2021ê de 16 pizîşkan û di 10 mehên îsal de jî 45 pizîşkan ji bo biçin derveyî Tirkiyê daxwaza “belgeya rewşa baş” kirine.
Ligel guhertinên di çarçoveya “reforma sipî” ya desthilata AKPê de koça pizîşkan ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam e.
Li gor amarên Odeya Pizîşkan a Amedê di sala 2021ê de 16 pizîşkan ji bo wergirtina belgeya rewşa baş serlêdana odeyê kirine û ev hejmar di 10 mehên îsal de gihiştiye 45 pizîşkan.
Ev demeke koça pizîşkan ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di rojevê de ye û pizîşk li wî welatî ji ber şert û mercên xirab ên karkirinê û mûçeyê kêm li gor standartên cîhanê dest ji erkê xwe berdidin û diçin welatên Ewropayê û welatên din ên cîhanê û li wê derê dest bi kar dikin.
Li gor amarên Yekîtiya Pizîşkên Tirk li seranserê Tirkiyê di 10 mehên îsal de 2 hezar û 153 pizîşkan ji bo biçin welatên din daxwaza belgeyê kirine û tê çaverêkirin ev hejmar heta dawiya salê bigihe 2 hezar û 500 pizîşkan.
Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca jî meha borî ragihandibû ku di sala 2022an de li seranserê Tirkiyê 2 hezar û 239 pizîşkên pispor û 955 pizîşkên din dest ji karê xwe berdane.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin