Li Amedê di navbera alîgirên HDPê û polîsan de şer û alozî derket
Ji ber biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, alîgirên HDPê li Amedê nerazîbûn nîşan dan û derketin cade û kolanan.
A+A-
Ji ber biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, alîgirên HDPê li Amedê nerazîbûn nîşan dan û derketin cade û kolanan.
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di navbera alîgirên HDPê û hêzn polîs ên Tirkiyê de alozî derket.
Îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, serokên şaredariyên hersê bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan waliyên wan parêzgehan hatin erkdarkirin.
Ji ber vê biryarê, li Amedê alîgirên HDPê nerazîbûn nîşan dan û xwestin kombûneke nerazîbûnê li dar bixin, lê rastî destwerdana hêzên ewlekariyê hatin.
Di encamê de di navbera alîgirên HDPê û hêzên polîs de alozî derket û hêzên polîs ji bo belavkirina alîgirên HDPê, ava şid bikar anî.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin