Li Amedê hejmara kesên hatine girtin derketiye 28an

Li Amedê hejmara kesên hatine girtin derketiye 28an

.

A+A-

Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî a Amedê de hatine girtin derketiye 28an. Her weha 31 kes jî serbest bûne.

Di 25ê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve tê meşandin de, 3emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê a Amedê rojnameger, siyasetmedar, hunermend û parêzer jî di nav de derbarê 216 kesan de biryara desteserkirinê dabû. Her weha ji wan 130 kes hatibûn desteserkirin. Ji kesên desteserkirî 28 hatine girtin û 31 kes jî serbest bûne.

Rojnamevan Mehmetşah Orûç, Berîtan Canozer, Abdûrrahman Gok û remzî Akkaya bi îdiaya ku "endamên rêxistinê ne" duh hatin girtin. Piştî rojnamegeran 8 kesên din jî şandin Dadgeriya Cezê û Aştiyê.

Dadgeriya Cezê û Aştiyê bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” biryara girtina Devrîm Ronî Atîk, Kadîr Şencî, Berfîn Can, Muhsîn Acar, Osman Demîr, Rûmet Çetîn, Cotkar Amara, Mehdî Kaya, Hamza Cihangir, Hasret Yelboga, Suat Arda Işik, Şahin Biçimli, Hakim Kaya, Mikail Barut ûTacettin Araz daye.

 Her weha ji parêzerên desteserkirî Eylul Ozgultekîn, Gûrbet Ozbey û Jiyan Sametoglû hatin berdan.

Kesên din yên serbest bûne ev in:

 Ramazan Kaval, Talip Turan, rêveberê Komeleya 78'an Abdulgani Alkan, Avaşin Yanar Tarık Adanır, Talip Turan, Muslum Şahinsoy, Suleyman Avci, Havva Canaoglu, Zeynep Demir, Seyit Uzbaş bi şertê kontrala edlî hatin berdan. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û hunermend Ozcan Ateş, Yavûz Akkûzû, Devrîm Demîr û Hamdusena Ozbey, Mehmet Yalçin û Husamettîn Kiliç jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan. 

Her wiha ji şanogerên ku hatibûn desteserkirin Elvan Koçer, Şahperî Alphan Bayhan jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. 

Hunermend serbest bûne

Hunermend Devrîm Demîr, Elvan Koçer û Şahperî Alphan Bayhan û Ramazan Kaval, Talip Turan, Rêveberê Komeleya 78an Abdulgani Alkan, Avaşîn Yanar, Tarik Adanir, Talip Turan, Mûslûm Şahînsoy, Silêman Avci, Havva Canaoglû, Zeynep Hemir bi şertê kontrola edlî hatine berdan.

Xwediyê îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadîr Esen, Ozcan Ateş, Yavuz Akkuzu, Hamdusena Ozbey, Mehmet Yalçin, Husamettîn Kiliç jî serbest bûne.

Kesekî din jî desteserkirine

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di çaçroveya lêpirsînê de danê êvarî li semta Dîclekentê ya navçeya Peyasa Amedê ciwanê bi navê Halîm Aslan jî hatiye desteserkirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin