Li Amedê kesekî êrişî rojnameger Maşallah Dekak kir

Li Amedê kesekî êrişî rojnameger Maşallah Dekak kir

.

A+A-

 Li Amedê kesekî hewl da êrişî Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak bike.

Wî kesekî heqerat û çêr kirin herwiha hewl da bi awayê fîzîkî êrişî Dekak bike.

Dema ku Maşallah Dekak serdana Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan dişopand, li ber Mizgefta Mezin a Amedê rastî vê êrişê hat.

Kesê ku heta niha nasnameya wî diyar nebûye got, “Bi aqil bin, ev der Komara Tirkiyeyê ye” û êrişî Maşallah Dekak kir.

Der barê êrişkar de gilî hat kirin.

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) hewla êrişa li ser hevkarê me Maşallah Dekak şermezar kir.

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) derbarê hewla êrişê de daxuyaniyek belav kir.

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat di daxuyaniyê de wiha got:

“Em bi nîgeraniyeke mezin derbarê vê êrişa ku armanca wê ya sereke azadiya ragihandinê ya gel e, hîn bûn.

Em hewldana êrîia li dijî Endamê GGC û Nûnerê Rûdaw TVyê yê Amedê Maşallah Dekak bi tundî şermezar dikin.

Em vê êrîşa li hemberî hevkarê xweê ti carî nayê qebûlkirin.

Her çend ji me re teselî be ku em hîn bûn rewşa tenduristya Dekak başe jî lê em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.

Em wekî Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat, careke din helwesta xwe ya li dijî her êrişeke li dijî azadiya çapemeniyê tekez dikin.

Piştî vê bûyerê, ji bo ku kesê vê êrişê pêk aniye radestî edaletê bê kirin, em bangî Birêveberiya Ewlehiyê ya Amedê û Serdozgeriya Komarê dikin.

Êrîşên bi vî rengî ne tenê rojnamegerekî ferdî, azadiya çapemeniyê û nirxên demokratîk jî dikin hedef.

Piştî vê êrişa li ser hev hevkarê me Maşallah Dekak, wekî Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat em dê bibin şopînerê vê bûyera ku qewimiye û m dê hemû hewlên xwe bidin ku berpirsyar bên darizandin.

Ji bo ku endamên çapemeniyê bi awayekî ewle karê xwe bikin em li benda piştgirî û hesasiyeta civakê ne.”

Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti (GGC) Cemîyeta Rojnamegerên Başur-Rojhilatê derbarê êrişa li ser Maşallah Dekak daxuyanîyek parve kir: Ev êriş, ne tenê li ser rojnamegerekî di heman demê da li ser çapemenîya azad û nirxên demokratîk jî hatîye kirin. Em vê êrişa li ser hevkarê me rojnameger Maşallah Dekak bi tundî şermezar dikin. Berpirsên vê bûyerê divê demildest bo edaletê bêne teslîmkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin