Li Amedê Konferansa 100 Saliya Peymana Lozanê û Pêşeroja Kurdistanê hat lidarxistin
.
Li Diyarbekirê bi pêşangiya partiyên siyasî yên wek: Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK), Partiya Domkrat a Kurdistan (KDP-PDK) û Tevgera Demokratîk a Kurd (TDK-TEVGER) '‘Konferansa 100 Saliya Lozanê û Paşeroja Kurdistanê’"; bi beşdariya lêkolîner û nivîskarên ku li ser vê mijarê kar û xebat kirine hat lidarxistin.
Konferansa 100 saliya Lozanê û paşeroja Kurdistanê, di 8’ê Tîrmehê de, li Diyarbekirê bi 2 rûniştinan birêve çû.
Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran di destpêkê da li ser armanca konferansê û wateya Peymana Lozanê da kurte axaftinek kir.
Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.
Rûniştina yekem bi moderatoriya lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj birêveçû.
Seîd Veroj di derbarê Peymana Lozanê kurte axaftinek kir.
Di beşa yekem a konferansê da, rewşa gelê Kurd di serdema dawî ya Împaratoriya Osmanî û avakirina Komara Tirkîyeyê de, gotarên ku di Peymana Lozanê de derbarê Kurd û Kurdistanê de ne û pêvajoya piştî wê hatin nîqaşkirin.
Di rûniştinan yekem de, Civaknas, lêkolîner û nivîskar Îsmaîl Bêşîkçî, Nivîskar û lêkolîner Mehemt Bayrak, Ekrem Onen û Dr. Kirill Vertyayev li salona konferansê axaftinên xwe pêşkêş kirin.
Nivîskar û lêkolînerê Kurd, Prof. Dr. Yaşar Abdulselamoglû bi rêya zoomê axifî. Nivîsa, nivîskar û lêkolînerê Kurd Hasan Yildiz jî ji alîyê sîyasetmedarê Kurd Yûsûf Aydin ve hate xwendin.
Lêkolîner û nivîskaran bal kişandin ku, bi peymana Lozanê kefenê mirinê li Kurdistanê hatiye ferzkirin û Kurd tune hatine hesibandin, hem jî tûşî sîyasetên asîmlasyon û îmhayê bûne.
Di rûniştina piştî nîvro ya konferansê de serokê giştî yên partiyên siyasî ku konferansê lidarxistin, gotarên xwe pêşkêşkirin.
Di rûniştina ku bi moderatoriya Rêveburê HAK-PARê Hanîfî Eren hate li darxistin da, Serokê Giştî yê HAK PARê Duzgun Kaplan, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel û Berdevkê TDK-TEVGERê Mehmet Can Azbay li ser Peymana Lozanê, siyaseta dewletên dagirker û dewletên mezin û tesîra wê li ser Kurdan da bîr û rayên xwe pêşkêş kirin. Ji bo ku Peymana Lozanê bê çirandin, nêrîn û fikrên xwe pêşkêş kirin.
Siyasetmedarên Kurd balê kişandin ku piştî 100 sal bi ser Lozanê de derbas bûye jî, pirsgirêkên ku Kurdan û Kurdistanê kiriye vê rewşê hêj jî berdewam dikin û radigihînin ku divê Kurd ji bo bidest xistina statuya sîyasî ya welatê xwe, helwesta xwe zelal bikin û bi mildayîna hev xwe ji kefene mirinê rizgar bikin.
Rûpela Nû/Diyarbekir
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin