Li Amedê Konferansa ’100 salîya Tevgera Kurdî ya Şêx Seîd’ Hate Li dar Xistin

Li Amedê Konferansa ’100 salîya Tevgera Kurdî ya Şêx Seîd’ Hate Li dar Xistin

PWK û PSK: ‘Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî û hemû şehîdên Kurdistanê banga yekrêzîyê li me dikin’

A+A-

Bi organîzasyona Kovara Deng û Çarpel Medya TVyê, roja 14.02.2025ê, li Amedê, li Hola Konferansê ya DTSOyê (Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Amedê), bi navê ‘’100 salîya Tevgera Kurdî ya Şêx Seîd’’ konferansek hate li dar xistin.

Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Moderatorîya konferansê, ji alîyê  lêkolîner û nivîskarê kurd Seîd Veroj  ve hate birevebirin.

Di konferansê de, Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, lêkolîner û nivîskarê kurd Seîd Veroj, nivîskar û sîyasetmedarê kurd Tahsîn Sever, di derbarê  Tevgera Milî a Kurd a 1925ê, rola Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî û Komîteya Îstîklal a Kurdistanê ( Rêxistina Azadîyê) de agahdarî dan û girîngîya vê serîhildan û tevegerê anîn zimên.

Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel  ji yek ji axaftvanê konferansê bû. Lê ji ber wefata pismamê xwe, Bayram Bozyel nikaribû beşdarî konferansê bibe.

Di konferansa ‘’100 salîya Tevgera Kurdî ya Şêx Seîd’’ de,  Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), daxuyanîya hevbeş ya herdu partîyan xwend.

Li gel rêvebir û endamên PWK û PSKyê nûnerên HAK-PAR, PDK-Bakur, DDKD, Platforma Ciwanên Serbixwe, Platforma Zimanê Kurdî û gelek dezgehên sivîl û kesayetên kurd beşdarî konferansê bûn.

Piştî axaftinan, konferans bi pirsên beşdarên konferansê û bersîvên axaftvanan ve û bi awayekî berhemdar bidawî hat.

 

Ev jî teksta daxuyanîya hevbeş ya PWK û PSKyê ye:

Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî û hemû şehîdên Kurdistanê banga yekrêzîyê li me dikin

Axaftvan û beşdarên rêzdar, xuşk û birayên delal, hûn hemû  bi xêr hatine vê konferansa 100 Salîya Tevgera Kurdî ya Şêx Seîd Efendî ya 1925an.

Ji bo amadekirina vê konferansê em spasîya Kovara Deng û Çarpel Medya TVyê dikin.

Ji bo ku hola xwe ji me re terxan kirine, em spasîya rêvebirîya DTSOyê dikin.

Berîya her tiştî, em wan alî û kesên ku dem bi dem heqaretan li rêberê milî, dînî, civakî yê miletê Kurd Şêx Seîd Efendî dikin şermezar dikin. Her heqareteke ku li Şêx Seîd Efendî tê kirin, di eslê xwe de li miletê Kurd tê kirin.

Şêx Seîd Efendî û hemû rêberên kurdan yên milî rûmeta miletê me ne.

Belê, li ser Tevgera Milî ya 1925ê 100 sal derbas bû. Ev tevger, weke ‘’Tevgera Şêx Şeîd’’ jî tê nasîn.

Teşkîlata Azadiyê (Komîteya Îstîklala Kurdistanê) ya di serokatîya Xalid Begê Cibrî, biryar dabû ku, bi amadekarî û xebateke sîyasî, leşkerî û civakî li Bakurê Kurdistanê serîhildanekê dest pê bike.

Weke tê zanin Komîteya Îstîqlala Kurdistanê, di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî (bûrayê Şêx Seîd Efendî) de, ji serokeşîr, şêx, axa, mîr, mele, munewerên Kurdistanê yên bi navûdeng hatibû avakirin. Di nav kadir û rêvebirên Komîteya Îstîqlala Kurdistanê de leşkerên bi navûdeng jî hebûn. Mebûsê Bedlîsê Yusuf Ziya Beg jî yek ji damezrenêrê Rêxistina Azadiyê bû.

Ji bo rewş û panorameya Tevgera Azadî bêtir bê zanîn, ez dixwazim navên beşek damezrênêrên Azadîyê bi we re parve bikim: Dr.Fuat, Ekrem Cemîl Paşa, Hecî Mûsa, Husên Paşayê (kor) Heyderanî, İhsan Nuri Paşa, Şêx Tahir, Seyid Ebdilqadir, Hecî Axdî (Bavê Tûjo), Hecî Mûsa Beg, Yusif Ziya, Xalidê Cibrî, Xalidê Hesenan û hwd.

Komîteya Îstîqlala Kurdistanê, ji rêxistinên Kurdistanê yên dema Osmaniyan cudatir bû; ew rêxistinek îlegal, veşartî û nûnerên wê jî ji hemû beşên civatê pêk hatibû. Her çiqas di demek dijwar û teng de dest bi hewldanên berxwedanek berfireh û milî kiribû jî rewş û konjektora cîhanê; alozî û nakokîyên di navbera hêzên sîyasî, bêrêxistinî û hejarîya hişmendîya neteweyî ya civata Kurd, hebûna nakokîyên di navbera êl û eşîrên kurdan û hwd barê tevgera azadîyê girantir dikir.

Dewleta Tirkîyeyê, bi biryara serhildan û amadekarîyên Komîteya Îstiqlala Kurdistanê hisîyabû. Loma jî berî ev tevger amadekarîyên xwe temam bikin,  serokê Tevgera Azadîyê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg digrin.

Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yûsif Zîya Beg li ser daxwaza hukumeta Enqerayê, Dîwana Herbê ya Bedlîsê dixwaze Şêx Seîd Efendî jî bi behaneya îfadedayinê wî berdest bike. Şêx Seîd Efendî nîyeta dewletê dizane û ji bo rewşa pêvajoyê binîrxîne ji Xinûsê derdikeve û diçe Pîranê. Li Pîranê li ser daxwaza hukumeta Enqerayê, leşkerên Tirk provakasyonekê pêktînin û Tevgera kurdî mecbûrî serhildan û berxwedanek bêwext û nekemilî dikin.

Dewleta Tirk li gel provakasyon û geşkirina bêtifaqiya nava el û eşîrên kurdan, gelek pêwendî û peymanên veşartî û eşkere bi Fransa, Brîtanya û Yekîtîya Sovyetê re datîne û dixwaze bi alîkarî û piştgirîya wan, van hewildan û tevgera serxwebûna Kurdistanê têk bibin. Mixabin dewletên mezin jî ji bo berjewendîyên xwe di vî warî de piştgirîya Dewleta Tirkîyeyê  kirin.

Serhildana neteweyî ya Şêx Seîd Efendî di roja 13yê Sibata 1925ê de ji ber bûyereke ku ji derveyî îradeya Şêx Seîd Efendî û rêberên Teşkîlata Azadiyê dest pê dike. Ev serhildan berî wexta ku hatibû plan kirin û bê ku amadekarîyên pêwîst pêk bîne destpê dike û rêberîya wê Şêx Seîd Efendî dike.

Di encama vê tevgerê de, Dewleta Tirkîyeyê, bi deh hezaran kurd û kurdistanîyan qetil dike, bi sedan gund û cîh û warên Kurdistanê dişewitîne û wêran dike. Bi rîya dadgehên terorê, li seranserê Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê starta rejîma red, înkar û îmhayê destpê dike û ev sîyaset sed sale didome.

Rêberên Teşkîlata Azadiyê (Komîteya Îstîklalê), Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg di roja 14yê Nîsana 1925an de li gorî biryara Dîwana Herbê ya Bedlîsê, li Hefsa Bedlîsê ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve têne darve kirin.

Piştî Xalid Beg û Yusuf Ziya Beg hatin îdamkirin; dewlet Tirk bi plan û prowakasyonên cuda nakokîyên mezhebî, eşîrî û heremî di nava civata kurd û kurdistanîyan de xurtir û berfirehtir dike û Tevgera Kurdî îzole dike. Mixabin di vê pêvajoyê de, siyasetmedarên kurd yên li Stenbolê jî li ser daxwazên siyasî û birêvebirina tevgera Kurdistanê ne li hevkirî bûn. Bê tifaqîya nav mala kurdî rê li ber hukumeta Enqereyê xweştir dikir. Kadirên îttîhat Terakî jî bi tecruba “Teşkîlatî Mahsusa”, şert û mercên demê li dijî milletê Kurd bikar anîn.

Di despêkê de, teva hemû bê hazirî û bê îmkanîyan jî Tevgera Serhildana Şêx Seîd Efendî di destpêkê de, di warê leşkerî de hinek serkeftin û destkeftiyan bi dest dixe. Hinek bajar û navçeyan dixe bin kontrol û deshilatîya xwe û bajarê Diyarbekirî dorpêç dike. Lê ji ber sedemên hundurî û taybetî yên tevgera kurdî, rewş û siyaset û helwesta dewletên mezin ev tevger bi ser neket.

Piştî biserneketina serîhildanê, 5.900 kes hatin darizandin, di derbarê 435 kesan de biryara îdamê hate dayîn.

Başkaldırının katliamlarla ezilmesinden sonra, 5900 kişi yargılandı, 435 kişiye de idam cezası verildi. İdam cezası alanlardan 150’ye yakın kişi  yakalanamadı, diğerleri de değişik dönmelerde idam edildiler.

Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî di Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqê ya Dewleta Tirkîyeyê de bi awayekî bêhiqûqî hatin darizandin û di roja 29ê Hezîrana 1925an de li Amedê li Qada Derîyê Çîyayî (Dag Kapı Meydanı) hatin darvekirin.

Mehkeme, çar mehan li Amedê ma, paşê ji ber ewlekarîya xwe Mehkeme çû Elezîzê. Mehkemeyê ji sala 1925ê heta 1927ê, 2 salan ajot.

Mebûsê Dêrsimê Hesen Xeyrî Beg, Xaşid Begê Hesenanî li Elezîzê hatin îdam kirin. Ji wan kesên ku cezaya îdamê xwaribûn 100-150 kes nehatin girtin, lê yên din hatin girtin û îdam kirin.

Belê; gava em vegerin sedsal berê, li şert û mercên wê deme binhêrin, îmkan û sosyolojîya civatê di ber çavan re derbas bikin; pêvajoya wê demê baş binîrxînin, ez bawerim emê bêtir bigihîjin encamên objektîv û rasteqîn. Bi kurtayî em nikarin bûyerên sedsal berê li gorî şert û mercên îro binirxînin û dersên pêwîst jê derxînin.

Em dizanin ku berîya berxwedan destpê bike Mustefa Kemal û hevalên wî bi Protokola Amasyayê, di pêvajoya Kongreya Erzirom û Sêwasê de gelek fen, dek û dolab li dijî milletê Kurd bi kar anîn. Di sala 1922an de li parlamentoyê “otonomîyê ji bo kurdan dixwaze”; qanûnek ji 18 xalan pêkhatî di parlamentoyê de gotûbêj dikin. Dewlet di wê deme de û îro jî bi proje û planên durû miletê Kurd dixapîne. Bername û rojeva xwe li ser milletê kurd ferz dike.

Lê belê, piştî 100 salan, îro nevîyên Şêx Seîd Efendî, nevîyên Xalid Begê Cibrî, nevîyên Seyîd Riza, nevîyên Pêşewa Qazî Mihemed, nevîyên  Mele Mustafa Barzanîyê nemir, bi xebat, têkoşîn û xwîna pakrewanên Kurdistanê derzeke mezin li Peymana Lozanê xistine.  Li Başûrê Kurdistanê Herêma Federe ya Kurdistanê weke fermî ji alîyê hemû dewletên cîhanê ve hatîye qebûl kirin. Li Rojavayê Kurdistanê rewşa defakto rêya statuyeke sîyasî ji gelê me re vedike.

Xuşk û birayên hêja, beşdarên rêzdar,

Îro, di sedsalîya tevgera milî ya 1925ê de, Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî, nûneratîya hemû şehîdên Kurdistanê dikin û nameyeke wan digihînin me!

Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî, îro deng û banga Ehmedê Xanî digihînin me!

Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî, îro deng û banga Şêx Ubeydulahê Nehrî, Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ahmed Barzanî, Simkoyê Şikakî, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Pêşewa Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî, Abdurrahman Qasimlo, Sadiq Şerefkendî, Mam Celal Talabanî û hemû rêberên gelê Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê  digihînin me.

Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî û hemû şehîdên Kurdistanê, îro ji me re dibêjin: Yên di nav partîyekê de dikarin bibin yek, bila bibin yek; yên nikarin bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dan û stendin û dîyalogan de bin; yên nikarin dîyalogan jî bimeşînin, bila dijminatîya hev nekin.

 

Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî û hemû şehîdên Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê li benda tifaqeke stratejîk ya netewî û demokratîk ya xurt in; li benda wê yekê ne ku li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd, hevkarîyeke berfireh pêk were û bi vê hevkarîyê hemû alîyên kurdan bibin teref û mixatabên Dewleta Tirkîyeyê.

 

Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî û hemû şehîdên Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku bi yekrêzîya gelê me, hikûmeteke xurt ya yekgirtî, milî, niştimanî bê ava kirin û ev hikûmet bikaribe yekitîya dezgehên pêşmerge, ewlekarî, aborî, dîplomasî, rêvebirî yên Herêma Kurdistanê pêk bîne, destkeftîyên federalî biparêze û pêşde bibe û li gel Bexdayê, li gel hemû dewletan wek yek alîyekî tevbigerin, bibin mixetab.

 

Di demeke ku gelek rîsk û xeterî û firsend bi hev re li ber derîyê gelê me ne; Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî û hemû şehîdên Kurdistanê dibêjin, li Rojavayê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku bi bername û yekgirtineke netewî, bi daxwaza statuyeke sîyasî, netewî, coğrafi, hemû alîyên kurdan li gel rêvebirîya Şamê, li gel hemû dewletan,  bi yek dengî û yek helwestî wek terefê kurdî bibin mixetab.

 

Mimkune ku di encama van pêşhateyên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn, hinek firsendên mezin bêne ber derîyê xuşk û birayên me yên li Rojhilatê Kurdistanê. Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî û hemû şehîdên Kurdistanê dibêjin, ji bo ku gelê me bikaribe van firsendan baş bi kar bîne û destkeftinan bidest bixin, divê hêzên neteweyî yên li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh, hevkarî û tifaqên xwe yên  neteweyî û demokratîk pêk bînin.

 

Belê, Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî û hemû şehîdên Kurdistanê dibêjin, îro ji her demê zêdetir pêwîstî bi wê yekê heye ku li ser hişmendîya neteweyî û demokratîk, li her perçeyekî Kurdistanê hevkarî, tifaq, yekrêzî bêne hûnadin; di nava hêzên her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê de jî, tor û mekanîzmayeke ku bikaribe koordînasyon, hemahengî, dîyalog, dan û stendin, lihevxwedîderketin, piştgirî, alîkarî, şêwra navxweyî, bi hev re dîyarkirina fikir û helwestên hevbeş bihûne heye.  

Beşdarên Rêzdar,

Dewleta Tirkîyeyê ev zêdeyî 100 salan wê siyaset û hişmendîya xwe ya  li dijî kurdan dimeşîne.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku dest ji wê sîyaseta xwe ya beyhûde ya li ser înkar,asmîmlasyon, îmha û li dijî kurdan tê meşandin berde û gavan ji bo qebûl kirina nasnameya miletê kurd û bicîhanîna mafên wî yê neteweyî, demokratîk û kulturî bavêje. Ji bo vê jî, divê weke destpêk dewlet dawî li vî şerê heyî, şîdetê û hemû çalakîyên çekdarî bîne; divê dewlet ji bo çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê bi hemû partîyên sîyasî û dezgehên sivîl dest bi dîyalogê bike.

Li Bakurê Kurdistanê eve 100 sale li himberî vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê têkoşîna milete Kurd ya ji bo azadîya Kurdistanê ranewestîyaye û dê heta heta negihêje vê armanca xwe wê berdewam bike.

Herweha, tecrubeya 100 salî ya KomaraTirkîyeyê îspat kirîye ku heta pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebe, dê li Tirkîyeyê jî azadî, demokrasî, edalet û wekhevî pêkneyê.

Di 100mîn salvegera destpêka serîhildanê de, em Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg, Dr.Fuad û hemû rêvebir û beşdar û şehîdên serîhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bi vê wesîleyê em careke din dîyar dikin ku divê Dewleta Tirkîyeyê cîhê mezelê Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg û 46 hevalên wan, cîhê mezelê Seyîd Riza û hevalên wî û cîhê mezelê Seîdê Nûrsî aşkere bike.

14.02.2025

 

 

 

 

 

whatsapp-image-2025-02-14-at-17-18-08-2.jpegwhatsapp-image-2025-02-14-at-17-18-08-1.jpegwhatsapp-image-2025-02-14-at-17-18-08.jpegwhatsapp-image-2025-02-14-at-17-18-07-1.jpegwhatsapp-image-2025-02-14-at-17-18-06-1.jpegwhatsapp-image-2025-02-14-at-17-18-07-001.jpegwhatsapp-image-2025-02-14-at-17-18-06.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin