Li Amedê PAK û PSK bi çerçoveya xebata hilbijartinê semînerek li dar xist

Li Amedê PAK û PSK bi çerçoveya xebata hilbijartinê semînerek li dar xist

Doh 6ê Çileyê, li Teşkîlata PAKê, bi hevkariya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi çerçoveya xebatên hilbijartinê semînerek hat lidarxistin.

A+A-

Bi çerçoveya xebatên hilbijartina 31ê Adarê, li Amedê, doh roja yekşemê, herdu pêkhateyên Platforma Namzetên Serbixwe yên Netewperwer û Demokrat PAK û PSK semînerek li dar xist.

Semîner, ji aliyê Akedemîsyenê Zanîngeha Dîcleyê yê Beşa Zanistên Siyasî Vedat Koçal ve hat pêşkêşkirin.

Di semînera xwe de Dr. Vedat Koçal, di derbarê rêbazên diyarkirina namzetan û helwest û sekna dengdêran de analîzeke zanistî kir.

Akademîsyen Vedat Koçal amaje kir, divê berî her tiştî partî diyar bikin ku gelo ew ê li gorî hessasiyetên neteweyî an olî an jî aboriyê namzedan destnîşan bikin û projeyan amade bikin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê PAKê Vahît Aba jî da zanîn ku dê hemu hessasiyet berçav werin girtin lê pîvana sereke dê Kurdistanîbûn be.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî got: "Em ji qeyuman re jî û ji xendeqan re jî dibêjin na. Em dixwazin xwe bi deste xwe îdare bikin, bi gel re xwe îdare bikin. Divê namzedên me xeta neteweyî temsil bikin. Divê bibin tercûmanê gelê Kurdistanê ku ji her alî ve di bin zext û zorê de ne. Divê namzedên me Kurdî bizanibin. Kurmancî û zazakî bizanibin."

Herwiha PAK û PSK dan zanîn yek ji pîvanên wan jî ew e ku kesên wek namzet werin destnîşankirin wê ji kesên ku Kurdî bizanibin pêk werin û heta dawiya meha rêbendanê jî wê namzedên wan werin ragihandin. Biryar e ku PAK û PSK li 25 navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê namzedên serokatiyên şaredariyan destnîşan bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin