Li Amedê qedexe hat ragihandin
Li 21 gundên navçeyên Lîce, Pasûr û Farqînê yê Ameda Bakurê Kurdistanê berî operasyon dest pê bikin qedexeya hatin û çûnê hat ragihandin.
Li 21 gundên sêgoşeya Licê, Pasûr û Farqînê qedexeya çûn û hatinê îro Pêncşemê (13.12.2018) saet 06.00ê destpê kir û heta fermaneke duyem dê berdewam be.
Li gor daxuyaniya parêzgeha Amedê ji ber operasyonên leşkerî yên ku li navçeyên Licê, Pasûr û Farqînê dest pê bikin ew qedexe hate ragihandin.
Gundên qedexe lê hatine ragihandin ev in:
Li gundên Hezmaz, Cofitnê, Beşişt, Gir, Entax, Bamitnê, Sinî û gomên girêdayî wan ên Licê.
Li gundên Kamikan, Çirik, Temirankebir, Malamekî, Malbazî, Temransaxir, Godernê, Şavûşan, Kanikan, Barinê, Araşkan, Şerefkan û gomên wan ên Pasûrê.
Li gundên Şêlima û Cûmatê û gomên girêdayî wan ên Farqînê.
Li gorî daxuyaniyê nabe bi ti awayekî xelkê wan deveran hatin û çûnê bikin.
Herwiha hat zanîn ku ku piştî ragihandina qedexeyê li herêmê li tevgera leşkerî dest pê kiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin