Li Amedê qedexe hat ragihandin

Li Amedê qedexe hat ragihandin

Li navçeyên Licê, Hênê û Kocakoy ên ser bi bajarê Amedê qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin û operasyona leşkerî li wan deveran berdewam e.

A+A-

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye belavkirin, bi armanca operasyona leşkerî li dijî gerîlayên PKKê, li navenda navçeyên Licê, Hênê, Kocakoy û 10 taxên ser bi wan bajarokan qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin.

 

Qedexeya çûn û hatinê li wan navçeyan ji saet 6ê sibehê roja Yekşembiyê destpê kiriye û heta daxuyaniyeke din berdewam dibe.

 

Li gor agahiyan, berî ragihandina qedexeya çûn û hatinê, operasyona leşkerî li sînorê wan bajarokan destpê kiriye û heta niha derbarê encama operasyonê de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin