
Li Amedê zarokekî 12 salî xeniqî
Li navçeya Çinar a ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve zarokek 12 salî di nava çem de xeniqî.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Bûyer îro li gundê Dekmîşur a ser bi qeza Çinarê ve çêbûye û di encamê de zarokê 12 salî yê bi navê Burhan Atlî xeniqî ye û canê xwe ji dest daye.
Li gor agahîyan, tevî ku hejmarek gundîyan û tîma hawarçûnê hewla rizgarkirina wî zarokî dane, lê belê hewldanên wan bê encam bûne û Burhan Atlî yê 12 salî canê xwe ji dest da.
Cenazeyê wî zarokê 12 salî ji bo karûbarên otopsîyê rakirine nexweşxaneyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin