Li Amerîka Seroktîya Civata Nûneran Çawa Tê Hilbijartin?

Li Amerîka Seroktîya Civata Nûneran Çawa Tê Hilbijartin?

.

A+A-

Piştî ku Partîya Komarî do Çarşemê kontrola Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka bi dest xist, niha divê ew berî sondxwarina Kongresa nû serokê nû yê Civata Nûneran hilbijêrin. Ew hilbijartin bi gelemperî di 3’yê Rêbendanê de pêk tê.

Serokê Civata Nûneran, bo seroktîya Amerîka piştî cîgirê serok di rêza dûyê de ye, rêberîya civatê dike û rojeva qanûnî û şêwaza sîyasî dîyar dike.

Serokê Civata Nûneran bi asayî ji qanûndanerekî partîya ku civatê kontrol dike, tê bijartin; lê pêkan e ku kesên din jî bo wê postê werin bijartin.

Seroka niha ya Demokrat Nancy Pelosi, jina yekê ya dîroka Amerîka ye ku wî karî dike. Pelosî cara yekê di 2007’an wek Seroka Civata Nûneran hatibû bijartin û ew di 2019’an de dîsa ew post bi dest xistibû.

Pelosi dîyarkirina rojeva qanûnî ya serokê berê Barack Obama û serokê niha Joe Biden yên Demokrat de roleke girîng lîstibû.

Wê herwiha bi rengekî eşkere dijberîya Serokê berê yê Komarî Donald Trump kir, bi taybet dema ku Civata Nûneran du caran Trump împîç kiribû.

Pelosi, di heman demê de gelek kesên rastgir hêrs kiribûn û di destpêka vê mehê de, hevjînê wê li mala wan bûbû armanca êrîşa zilamekî hat tê îdia kirin ku xwestiye Pelosi bike armanc.

Pelosi ya 82 salî îro ragihand ku dema ku Kongresa nû sond bixwe, ewê dest ji seroktîya Demokratan ya Civata Nûneran berde û li ber e Demokrat di 30’yê Mijdarê de hilbijartina nû ya koma xwe pêk bînin

Kevin McCarthy, ku rêberê Partîya Komarî ya Civata Nûneran bû, demeke dirêj e dixwaze bibe serokê wê civatê û di hewla xwe ya paşîn ya di 2015’an de ji hêla komeke qanûndanerên rastgir yên tundrê ve hatibû asteng kirin.

McCarthy roja Sêşemê di dengdana navxweyî ya Partîya Komarî de piranîya piştgirîya qanûndanerên Komarî bi dest xist û wî di pêyvajoya seroktîya Civata Nûneran de astengîya yekê ji holê rakir.

Ti qanûndanerên Komarî heya niha ser bijartina McCarthy bo seroktîya Civata Nûneran dijberîya xwe dîyar nekiriye.

Andy Biggs yê ku Komarî ye di dengdana navxweyî ya Partîyê de hemberî McCarthy bû berbijar, ku wî jiber encamên nebaş yên Partîya Komarî di hilbijartinên navdemî yên 8’ê Mijdarê de tawanbar dike.

Çavkanî: VOA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin