Li Amerîkayê daxwaza devereke dijefirînê ji bo Rojavayê Kurdistanê tê kirin

Li Amerîkayê daxwaza devereke dijefirînê ji bo Rojavayê Kurdistanê tê kirin

.

A+A-

 Peymangeha Korbenda Rojhilata Navîn a Amerîkayê daxwazê ji Hikûmeta Amerîkayê dike ku, devereke dijefirînê ji bo Rojavayê Kurdistanê damezrîne, ji bo ku ji êrîş û şerên komên çekdar ên girêdayî Sûriyeyê parastî bin.

Niha daxwaza damezrandina devereke dijefirînê ji bo parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê tê kirin, Peymangeha Korbenda Rojhilata Navîn a Amerîkayê di wî warî de daxwazê ji Amerîkayê dike ku, bi lez devereke dijefirînê ji bo parastina Kurdan li Rojavayê Sûriyeyê damezrîne, wekî ku li salên 1990an ji bo parastina Kurdan li bakur û Şîeyan li Başûrê Îraqê damezrand.

Peymangeha Korbenda Rojhilata Navîn a Amerîkayê di derheqa damezrandina devereke aram li bakur û rojavayên Sûriyeyê ji bo parastina pêkhateya Kurdan li wî welatî de eşkere kiriye ku, dema Bush ê bab piştî piroseya azadkirina Kwêtê li roja 15.02.1991ê daxwaz ji gelên Îraqê kir ku li dijî Rijêma Sedam Hisên rabin ser xwe, li roja 05.03.0991ê Kurd rabûn ser xwe û di dema 15 rojan de tevaya bajarên xwe azad kirin, lê paşî Sedam xwest desthilatdariya xwe li wan deverên azadkirî vegerîne, lewma Kurdan stem û bindestî red kir û reva milyonî ya sala 1991ê rû da. Wê demê welatên cîhanê neçar bûn ku, sinorekî ji Sedam re danin û deverên aram ji bo Kurd û Şîeyan li Îraqê damezrînin.

Niha goman tê kirin ku careke din welatên cîhanê hizir di wê yekê de bikin ku, devereke din a aram û şûtikeke silametiyê ji bo parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê li bakur û rojavayê Sûriyeyê damezrînin, ji bo ku pêkhateya Kurdan ji gef û çavbirsîtiyên welatan û desttêwerdanên derve parastî be û rûbirûyî kuştin û derbideriyê nebin.

Di wê raportê de herwesa amaje hatiye dan ku, Serokê Tirkiyeyê yê wê demê Turgut Ozal li sala 1991ê ji bo parastina Kurdên Îraqê hizira damezrandina penageheke aram li bakurê Îraqê pêşniyar kir, herwesa Civata Ewlehiyê ya Navdewletî jî pirojeyeke Fransayê bi piştevaniya Amerîka û Brîtanyayê pejirand û biryarnameyên hejmar 678 û 688 ji bo damezrandina deverên dijefirînê ji bo parastina Kurd û Şîeyan li Îraqê ragehandin.

Niha her ew sînaryo li Sûriyeyê piştî nemana Rijêma Esed xwe dubare dike, Kurd rûbirûyî êrîş û şerên komên çekdar bûne. Niha dema wê yekê ye ku berpirsên Amerîkayê ji bo parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê devereke dijefirînê û penageheke aram damezrînin, ku ji Efrînê heta Sêmêlka û ji Qamişloyê heta Dêrazorê dirêj dibe.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin