Li Amerîkayê hezar û 166 pêketiyên din ên vîrusa koronayê mirin
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona berdewam zêdebûnê de ye û heta naha li wî welatî zêdetir ji 188 hezar kesan ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.
A+A-
Li gor amarên dawiyê yên îro 02.09.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê geheştiye 6 milyon û 257 hezar û 938 kesan.
Herwaha di 24 demjimêrên borî de hezar û 166 kesên din ji ber pêketina bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî heta naha li Amerîkayê 188 hezar û 902 kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Herwaha 3 milyon û 497 hezar û 431 kesên pêketiyên vîrusa korona jî baş bûne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin