Li Awisturyayê kesekî ji Serê Kaniyê di laşciwaniyê de bû duyem

Li Awisturyayê kesekî ji Serê Kaniyê di laşciwaniyê de bû duyem

.

A+A-

Li bajarê Sankt Poltenê yê Awisturyayê 2 şampiyoniyên laşciwaniyê tên lidarixistin, yekem li ser asta wî welatî ye û ya dûyem jî li ser asta cîhanê ye.

Di qehremaniya Awisturyayê de Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê yê bajarê Serê Kaniyê bi navê Ebdulqadir Hec Salih di giraniya 90 kîloyî de bû kesê duyem.

Ew dê îşev bajarê Sankt Poltenê beşdarî şampiyona cîhanê bibe.

Ebdulqadir Hec Salih ji Rûdawê re got ew wê serkeftinê pêşkeşî xelkê Serê Kaniyê û hemû xelkê Rojavayê Kurdistanê dike.

Gelek Kurd ji bo piştgîriya wî çûn cihê şampiyoniyê û ji Rûdawê re kêfxweşiya xwe bi vê serkeftinê nîşan dan.

Kesekî Eremnî yê ji Qamişloyê jî li wir bû û got, wî bihîstibû ku Kurdek beşdarî vê şampiyoniyê dibe, lewma çûue ji bo ku piştgîriya wî bike.

Wî herwiha got ku Kurd û Ermen ji hev cuda nabin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin