
Li Babê teqînek çêbû: Ziyanên canî û madî hene
.
A+A-
Li bajarê Babê ya di destê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve de ye, teqînek çêbû û hejmarek kes birîndar bûn.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, li bajarê Babê li nêzîkî mizgefta bajêr, bombeyeke vedayî bi wesayîtekê de teqiya. Hejmarek kes birîndar bûn û ziyanên madî gihîşt mal û dikanên welatiyan.
Heta niha nayê zanîn ku kesên di teqînê de hatine kuştin, sivîl an jî çekdar in.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin