Li bajarê Kopenhaginê pîrozkirina yekemîn salvegera damezrandina PWKyê
.
Roja 15.09.2024ê, li bajarê Kopenhagin a paytextê Danîmarkayê, bi minasebeta yekemîn salvegera damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi amadekarîya Rêxistina Danîmarkayê ya PWKyê, bi brîfîng û resepsîyonekê yeksalîya PWKyê hate pîroz kirin.
Di destpêka pîrozbahîyê de, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar bixêrhatina beşdaran kir û paşê di derbarê bername, armanc û sîyaseta PWKyê de, brîfîngek da.
Piştê brîfîngê Mîrza Akar bersiva pirsên beşdaran da.
Nûnerên Hizba Demokrat a Kurdistanê-Îran (HDK-Î), Partîya Pêşverû ya Demokrat a Kurd- Sûrîye (PPDKS), PSK û HAK-PARê beşdarî pîrozbahîya yeksalîya PWKyê bûn û peyamên xwe yên bi xwe pêşkêş kirin.
Herweha rêvebir, endam û alîgirên PWKyê yên li Kopenhaginê û hinek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd beşdarî pîrozbahîya yeksalîya PWKyê bûn.
Brîfîng bi awayekî berfireh û kêfxweşî derbas bû. Piştê brîfîngê resepsîyoneke bi xwarin, vexwarin, sohbet û wênekêşîyan heta dawîya saeta xwe domand.
Pîrozbahîya yeksalîya PWKê bi kêfxweşî, dilxweşî û memnunîya beşdaran bi van şîarên li jêr bi dawî hat.
Bijî xebat û têkoşîna me ya ji bo mafê çarenivîsa miletê kurd û Kurdistanê!
Yeksalîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Pîroz be!
Bijî Partîya Welatparêzên Kurdistanê!
15.09.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin